‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Beşdaran ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk ku hêviyên tevahî beşên civakê pêk tîne, girîngî da avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî û got, "Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne."

‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
‛Karker leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne’
1 gulan, 2025   19:42
QAMIŞLO

Yekitiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1’ê Gulanê pîroz bikin” şahiyek li Daristana Bendava Mizgeft a bakurê rojhilatê bajarê Tirbespiyê li dar xist.

Di şahiyê de şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Yekitiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêro Şero 1'ê Gulanê li hemû karkeran û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Şero soza domandina xebatê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî ku di nav xwe de hemû pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne, dubare kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Vîvan Beho got: "Parastin û misogerkirina mafên karkeran armancên sereke yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in, ji ber ku karkerên leşkerên veşartî yên avakirin û pêşxistina civakê ne."

Vîvan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dest bi dest em ê civaka demokratîk a azad ava bikin û em ê heta pêkanîna armanc û hêviyên gel li ser vê rêyê bin."

Piştre koma Botan, koma Agirî û hunermend Newroz stran pêşkêş kirin.

Di şahiyê de hunermend Lawîn Seîd, koma Rêwan a govendê û koma Şehîd Saknîne ya şanoyê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de hunermend Mehmûd Osman, hunermend Mueyed Şiwêş, koma şehîd Xebat û hunermend Îmad Silêman stran pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA