NY: Ji ber êrişan 30 hezar kes başûrê Lubnanê terik kirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê 30 hezar lubnanî başûr terik kirin.

NY: Ji ber êrişan 30 hezar kes başûrê Lubnanê terik kirin
3 adar, 2026   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komîsyona Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Babar Baloch li Cinêvê di civîneke çapemeniyê de got, ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê, heya roja duşemê derdora 30 hezar kes malên xwe terikandin û li navendên komên hatin bicihkirin.

Babar Baloch anî ziman ku hejmarek mezin jî neçar man ku şeva xwe li ser rêyan di erebeyan de biborînin. Her wiha îşaret pê kir ku rewşa mirovî li herêmê başûr aloz e.

(bb)