UNIFIL karmendên xwe yên nemecbûrî jî başûrê Lubnanê tehliye dike

Ji ber zêdebûna êrişên Îsraîlê û bêaramiyê, Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) biryar da ku karmendên xwe yên sivîl ên nemecbûrî ji başûrê Lubnanê tehliye bike.

UNIFIL karmendên xwe yên nemecbûrî jî başûrê Lubnanê tehliye dike
3 adar, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber zêdebûna êrişên Îsraîlê û bêaramiyê, Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê (UNIFIL) biryar da ku karmendên xwe yên sivîl ên nemecbûrî ji başûrê Lubnanê tehliye bike.

Hêzên Îsraîlê ku di saetên dawîn de pêleke dijwar a êrişan li ser başûrê Lubnanê pêk anî, bajarokên Kefer Tebiniyet, Kefer Sîr, Yarûn, Eta Şeeb, Berxez, Xerayîb, Şihûr, herêma navbera Edşît û Qesebiyê de kirin hedef.

(bb)