Jinên ciwan xeleka 8 çêkirin û kezî hûnandin

Jinên ciwan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de xeleka mirovî ya 8 çêkirin û keziyên hev hûnandin.

Jinên ciwan xeleka 8 çêkirin û kezî hûnandin
Jinên ciwan xeleka 8 çêkirin û kezî hûnandin
Jinên ciwan xeleka 8 çêkirin û kezî hûnandin
Jinên ciwan xeleka 8 çêkirin û kezî hûnandin
3 adar, 2026   15:35
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li staduyma Beledî ya bajarê Hesekê hatin gel hev. 

Jinên ciwan li stadyumê xeleka mirovî ya 8 çêkir ku dîroka Roja Jinan a Cîhanê nîşan dide û keziyên hev hûnandin.

Her wiha dirûşmên silavkirina têkoşîna jinan berz kirin û alên tevgerê hildan.

Jinên ciwan di çalakiyê de peymanên domandina têkoşînê û parastina mafên jinan dan. Îşaret bi vê yekê kirin ku 8'ê Adarê roja nûkirina soza domandina têkoşîna ji bo mîsogerkirina mafên jinan e.

(bb)

ANHA