NY: Bi milyonan koçberên Sûdanî rûbirûyî tehdîdên nebûna cih in

Rêxistinên navneteweyî hişyarî li ser tehdîda kêmbûna fînansê ji bo alîkariya bicihkirina awarte ya bi milyonan koçberên Sûdanî da.

NY: Bi milyonan koçberên Sûdanî rûbirûyî tehdîdên nebûna cih in
6 mijdar, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan û Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî got ji ber şerê navxweyî ya li Sûdanê bi milyonan koçber rûbirûyî xeteriya nebûna cihên awarte ne û alîkarî di depoyan de ji ber kêmbûna fînansmanê kêm bûye.

Her du saziyan destnîşan kir ku nêzî 15.4 milyon kes li Sûdanê hewcedariya stargehên awarte û pêdiviyên bingehên ên malê heye, lê ji ber qeydên darayî her du sazî tenê dikarin ji sedî 10’an alîkariyan pêşkêşî hewcedaran bike.

Komîseriyê û rêxistinê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku heta niha 936 hezar kesan alîkarî wergirtine, ev jî valahiyeke mezin di navbera hewcedarî û daneyên tên pêşkêşkirin de dihêle.

Hîna li Sûdanê, piştî derbasbûna zêdetirî 3 salan di ser şerê 2023’yan a navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, krîzeke mezin a penaberiyê li cîhanê heye. Her wiha hîna nêzî 8.6 milyon kes li Sûdanê koçber bin, zêdetirî 4.6 milyon kes jî di sînor re derbas bûn, zêdetirî 5.2 milyon kes jî vegerîn deverên xwe û dîtin malên wan, binesazî û xizmetguzariyên bingehîn wêrankirî ne.

Serokê Nûnera Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya li Sûdanê Mihemed Rifet diyar kir ku ji ber kêmbûna çavkaniyan, rêxistin di domandina çalakiyên xwe de zehmetiyê dikişîne.

Rifet destnîşan kir ku hejmarek koçberiya hundirîn dibe ku zêde bibe.

(f)