Tehranê beriya danûstandinan şertê pêkanîna gavên pratîkî li Amerîkayê birî

Tehranê beriya ji nû ve destpêkirina danûstandinên têkildarî bernameya nukleerî şert danî û got divê Washingtonên gavên pratîkî biavêje û 7 daxwazên wê di nav de rakirina cezayan û berdana mal û samanên wê, bibersivîne.

Tehranê beriya danûstandinan şertê pêkanîna gavên pratîkî li Amerîkayê birî
6 mijdar, 2026   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Îranê îro diyar kir ku beriya derbasbûna li tu danûstandinên nû yên der barê bernameya nukleerî de, welatê wî şert danî pêş Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û got divê gavên pratîkî biavêje û bersivên wê pêk bîne.

Cîgirê Serketerê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Baqirî Kenî ji televîzyona Îranê re got Tehran “pabendiyên teorîk” bes nabîne, lê dixwaze beriya tu hewldanên dîplomasî yên nû tedbîrên Amerîkayê yên berbiçav bibîne.

Rayedarê Îranî yê payebilind roja pêncşemê ji Reutersê re aşkera kiribû ku Tehranê pêşniyara xwe ya der barê bernameya nukleerî bi rêya Qeterê ji Washingtonê re şandibû û destnîşan kir ku beriya DYA’yê bersiva 7 daxwazên Îranê neda nîqaş dest pê nakin û niha Washingtonê pêşniyaran lêkolîn dike.

Li gorî rayedar, daxwazên Îranê ev in; rakirina cezayên Amerîkayê, berdana mal û samanan, wergirtina tawîzên ji bo şer. Washingtonê jî diyar kir ku pêwîst e dozên nukleerî bikevin çarçoveya her danûstandinên destpêkê.

Têkildarî mijarê, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî di peywendiyeke telefonê ligel serokê Amerîkayê Donald Trump de hewldanên dîplomasî yên ji bo kêmkirina regeşiyê nîqaş kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Sekreterê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsên Rîdaî jî di civîneke li Moskovê ya duh de pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û têkiliyên dualî nîqaş kiribûn.

(f)