Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan

Di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de Weşanên Şilêr beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan veqetand.

Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
Di pêşangeha pirtûkan de beşa taybet a berhemên Rêber Abdullah Ocalan
22 cotmeh, 2025   07:25
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, li Qamişloyê Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn li dar dixe. Pêşangeh dê heya 26’ê Cotmehê bidome. 

51 weşanxane, pirtûkxane, komele, kovar, yekitî û sazî bi ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê-Iraqê, Lubnan, bajarên Sûriyeyê (Lazqiye, Dera, Heleb, Şam) û Belçîkayê beşdarî pêşangehê bûne.

Weşanên Şilêr di pêşangehê de beşeke taybet ji bo parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan veqetand. Weşanên Şilêr 24 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan (parêzname, nirxandin û broşurên li ser nirxandinên wî) ên bi kurdî (kurmancî û soranî) û erebî, pêşkêşî xwîneran kirin.

ANHA