Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê: Pêdiviya me bi gelek cureyên dermanan heye

Ji bijîşkên Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê Ehmed Îsa Îsa destnîşan kir ku di rewşa seferberiyê de û bi zêdebûna hejmara koçberan re pêdiviya nexweşxaneyan bi gelek cureyên dermanan heye û banga alîkariyê li aliyên peywendîdar kir.

Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê: Pêdiviya me bi gelek cureyên dermanan heye
29 ÇILE, 2026   05:50
QAMIŞLO

Li bajarên kantona Cizîrê ji ber rewşa êrişên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û zêdebûna hejmara koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku herî dawî ji Tebqa û Reqayê berê xwe daye bajaran, di hemû aliyan de rewşeke seferberiyê heye.

Di warê xebatên tenduristî de ji ber rewşê li nexweşxaneyan bi awayekî giştî derman kêm dibin.

Bijîşkê nexweşiyên hundirîn û rêveberê Beşa Tibî ya Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê Ehmed Îsa Îsa ji ajansa me re diyar kir ku pêwîstiya wan bi dermanên ku bi rêya dev û damaran tên dayîn, her wiha yên beşa destwerdana lezgîn heye û got: “Nexweşên şekir, dil û hwd bi hacetî van dermanan in. Zêdebûna hejmara koçberan zextê çêdike, lewma pêdiviya me bi gelek cureyên dermanan heye.”

Îsa da zanîn ku ew kêmasiyê di madeyên beşa taqîgehan de jî dibînin bal kişand ser pêwîstiya giştî ya nexweşxaneyên li Qamişloyê ya bi dermanan û got: “Li Qamişloyê derman kêm in.”

Ehmed Îsa Îsa bang li Heyva Sor a Kurd û dezgehên ku dikarin dermanan ji bo nexweşxaneyan peyda bikin kir ku pêwîstiya nexweşxaneyan a bi dermanan bi cih bînin.

(sb)

ANHA