Hikumetê kargeha çemento ya Hemayê paşguh kiriye

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kargeha çemento ya Hemayê paşguh kiriye, di encama wê de xeta 2ˊyemîn a berhemê sekiniye.

Hikumetê kargeha çemento ya Hemayê paşguh kiriye
29 ÇILE, 2026   04:55
HEMA

Li gorî karkerên kargeha çemento ya Hemayê xeta 2`yemîn a berhemê ya kargeha çemento sekiniye. Karkeran anî ziman ku kargeha çemento berî ku bisekine rojane enerjiya wê digihîşte 950 ton kilinkar û ji sedî 50 dixebitî. Karkeran got ji ber paşguhkirina kargehê û girîngînedayîna sînayî xeta 2`yemîn a berhema kargehê sekiniye.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê girîngî neda kargeha çemento û çênekirin. Ji ber vê yekê xeta 2`yemîn a kargehê sekinî. Hikumeta demkî jî mîna sîstema Baasê çemento û madeya sereke ya çêkirina çemento kilinkar ji derve tînin, ev yek jî dibe sedema ku berhema herêmî lewaz bibe û sînaa paşve were.

PIRSGIRÊKÊN KARGEHÊ NAYÊN ÇARESERKIRIN

Aliyên têkildar li şûna ku pirsgirêkên kargehê çareser bikin, projeya veberhênana aşxaneyê pêşniyar dikin û xeta sereke ya berhemê paşguh dikin. Di encama vê biryarê de kargeh nikare behemdar be û tenê dibe kargeheke anîna madeya kilinkar. Ji ber vê yekê bazara herêmî her tim pêdiviyên xwe ji derve digirin û sînaa pêş nakeve.

Kargeha çemento ya Hemayê ji sala 1976`an ve dixebite û tu carî nehatiye nûkirin. Li şûna ku di saetekê de 80 ton çemento derxe niha di saetê de 60 ton çemento derdixe. Li gorî pisporên li kargehê dixebitin parzûya kargehê hîna ya berê ye û divê were nûkirin. Pisporan anî ziman ku sîstema elektirîkê ya kargehê divê were guhertin.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê hemû pêdiviyan ji derve tîne û girîngî nade berhema herêmî. Pirsgirêkên kargeha çemento weke nûkirina aracên wê nayên çareserkirin. Ev yek wê rewşa kargehê û karkerên wê û aboriya herêmî bixe xeteriyê.

Pisporên aboriya Sûriyeyê diyar kir ku paşguhkirina pirsgirêkên kargeha çemento destnîşan dikin ku wan dev ji sînaa herêmî berdane û girangî dane pêdiviyên xwe ji derve wergrin. Ev jî wê bibe sedema ku betalî çêbibe û Sûriyeyê nikaribe xwe ji nû ve ava bike.

(k)

ANHA