NY: Îranê di Tirmehê de 38 kes bi dar ve kirin
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'yê di meha Tîrmehê de 38 kes û ji serê salê ve jî 345 kes ku 15 ji wan jin in, li Îranê hatine bidarvekirin.
Ofîsa Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku tenê di meha Tîrmehê de, li Îranê 38 kes hatine darvekirin û bi vê hejmarê re, ji serê sala 2024’an ve li Îranê hejmara kesên hatine darvekirin, bû 345.
Ofîsê da zanîn ku ev dane cihê nerazînê ne û ev kar dervey pîvanên mafê mirovane û hate gotin; “Piraniya xwe bê ku agahiya malbatê jê çêbibe, cezayê darvekirinê tên bicih anîn. Ji bo vê jî niha li nav girtîgeh, torên civakî û çalakvanan ve, pêngavên nerazîbûnê dijî darvekirinan hatine destpêkirin.”