Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê

Komkujiya ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî li Dêrazorê pêk anîbû, bi meşekê li Reqayê hat şermezarkirin.

Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
Li Reqayê meşa li dijî komkujiya hikumeta Şamê
10 tebax, 2024   13:58
REQA

Bi sedan welatiyên kantona Reqayê bi meşekê komkujiya ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî li gundewarên rojhilatê Dêrazorê pêk anîbû, şermezar kir.

Welatiyan pankartên “Em komkujiyên hikumeta Şamê yên li dijî sivîlan şermezar dikin", "Bijî QSD", "Komkujiya Dehla xaleke reş e li eniya rejîma Sûriyeyê ", "Bijî biratiya gelan" û "Gelê Sûriyeyê yek e" vekirin, alên QSD û wêneyên şehîdên komkujiyê hildan û ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê dest bi meşê kir.

Meş li Qada Jinê sekinî. Li vir bi navê şêniyên Reqayê rûspiyê eşîra Sebxa şêx Mihemed Tirkî Sewan axivî.  Sewan komkujiya li Dehayê şermezar kir û anî ziman ku hikumeta Şamê û çeteyên wê dixwazin  tevlihevî û fitneyê li herêmên ewle derxin.

Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra El Mihemed jî êriş û komkujiyên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê bi tundî şermezar kirin û wiha domand: "Nêzî salekê ye hikumeta Şamê aşkera û bi hemû rêbazan êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybetî li gundewarên kantona Dêrazorê hewl dide nakokiyan di navbera xelkê wê de çêke û sivîlan dike armanc."

Buşrayê got: "Ev êriş me ji xeta parastina projeya Rêveberiya Xweser dûr naxe. Divê berpirsên sûcên şer û sûcên dermirovî ji ceza nefilitin. Divê edalet ji bo qurbaniyên şer were pêkanîn."

Buşra El Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re û ji birîndaran re şîfa xwest û got dê têkoşîna aştiyane ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirreng û navendî bidomînin.

(bb)

ANHA