Netanyahu bû yekem, lê nikare hikumetê ava bike!

Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên Îsraîlê koalîsyona rastgir û rastgiriya tund a bi serkêşiya Netanyahu bi 53 wekîlan bû partiya yekemin. Lê Netanyahu nikare bi tena sere xwe hikumetê ava bike.

Netanyahu bû yekem, lê nikare hikumetê ava bike!
30 cotmeh, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên Îsraîlê hate eşkerekirin ku roja Sêşemê hate kirin. Li gorî encamên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ve roja Înê hate eşkerekirin, bloka rastgir û rastgiriya tund a bi lîderiya Serokwezîr Binyamin Netanyahu li parlamenta ji 120 kursiyî 53 kursî bi dest xist û bi ser ket. Partiya Likud a Netanyahu bi 27 wekîlan bû partiya herî mezin a li parlamentê.

Bloka muxalefetê ya bi pêşengiya navendîperest Gadi Eisenkot 48 kursî bi dest xist. Ji partiyên Ereb Ra’am û Lîsteya Ereb a Yekbûyî bi giştî 19 kursî bi dest xistin.

Ji ber ku koalîsyona heyî ya Netanyahu negihîşt wê astê ku karibe hikumeta nû ava bike, pêşî li hevdîtinên koalîsyonê vebû ku wê zehmet û demdirêj be.

Hilbijartin piştî êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an a li ser Îsraîlê û vir ve yekemîn hilbijartina giştî ye. Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê bi asta ji sedî 77’an gihîşt radeya herî bilind a ji sala 1999’an û vir ve. Zêdebûna hejmara kursiyên partiyên Ereb a li parlamentê yek ji encamên sereke yên hilbijartinê bû.

Piştî ku encamên hilbijartinê hate eşkerekirin eniya Netanyahu partiyên Ereb sûcdar kir ku di hilbijartinê de fen kirine. Hin rayedar û saziyên medyayê yên Îsraîlê îdîa kirin ku partiyên navborî di berdêla wergirtina dengan de ji bo pereyan belav bikin ji Qatarê fînansman wergirtine.

Qatar ku di siyaseta Îsraîlê de timî dibe hedefa rexneyan, weke yek ji piştevanên malî yên girîng ên Hamasê tê dîtin û salên dirêj malovanî ji lîderiya siyasî ya tevgerê re kir. Lê belê Qatarê û partiyên Ereb sûcdariyên têkildarî destwerdana li hilbijartinê red kirin.

Lîderê muxalefetê Gadi Eisenkot jî Netanyahu sûcdar kir ku hewl dide encamên hilbijartinê ne rewa nîşan bide.

Servîsa îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Şin Betê ragihand ku bi gumana nelirêtiya di hilbijartinê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tê payin ku encamên dawî yên hilbijartinê 4’ê Mijdarê roja Çarşemê bi fermî radestî Serokkomar Isaac Herzog bê kirin. Herzog jî wê navê wî kesî diayr bike ku ji bo avakirina hikumetê bi lîderên partiyan re hevdîtinê bide destpêkirin.

Ji ber ku ti ji blokên siyasî 61 kursiyên li parlamentê bi dest nexistin, tê texmînkirin ku hevdîtinên ji bo koalîsyonê bi hefteyan dewam bike. Eger hevdîtin bê encam bimîne dibe ku li Îsraîlê careke din hilbijartina pêşwext bikeve rojevê.

(k)