Netanyahu bi gotinên tund hişyarî da Xeza û Îranê

Serokwezîrê Îsraîlê têkildarî dosyayên Xeza û Îranê de helwestên hişk nîşan da û diyar kir ku jinûve avakirina Şerîda Xezayê bi şertê bêçekbûnê ve girêdayî ye, di heman demê de hişyariyek tunda da ku ger Îranê tu êrişekê li dijî Îsraîlê pêk bîne wê bersiva Îsraîlê tune be.

Netanyahu bi gotinên tund hişyarî da Xeza û Îranê
19 sibat, 2026   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku heta ku Şerîda Xezayê bi temamî neyê bêçekkirin, tu xebateke jinûve avakirina nîn e û di vê mijarê de jî bi DYA'yê re lihevkirî ye.

Di axaftineke televîzyonî ya li merasîmeke leşkerî de, berî civîna destpêkirinê ya "Konseya Aştiyê" li Washingtonê, ku ji aliyê Donald Trump ve hat birêvebirin, Netanyahu got, "Me bi hevalbendê xwe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li hev kiriye ku heta Xeza neyê bêçekkirin, ji nû ve avakirin çênabe."

Di heman axaftinê de Netanyahu anî ziman ku "Eger Îran şaşiyekê bike û êrişî me bike, ew ê bersivekê ku nikare texmîn bike bibîne."

(ac/fr)

ANHA