Li rojhilatê Derayê ciwanek hat kuştin

Çekdarên nenas di hundirê dikanekê li bajarokê Cîze yê gundewarê rojhilatê Derayê de gule berdan ciwanekî, di cih de kuşt.

Li rojhilatê Derayê ciwanek hat kuştin
19 sibat, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, çekdarên nenas di dikaneke bazirganiyê ya li bajarokê Cîze yê gundewarê rojhilatê bajarê Derayê de gule berdan ciwanekî, di cih de ciwan kuşt. 

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku navê ciwanê hatiye kuştin Amir Fewaz El Herîrî ye. Çekdarên nenas ên ku gule berdane wî ciwanî bi motorsiklêtê bûn.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê sûc, kiryarên kuştin, revandin û alozî dewam dikin.

(fr)