Nêçirvan Barzanî: Divê mafê Kurdan bi destûra bingehîn bê misogerkirin

Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew piştgiriyê didin peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê û destnîşan kir ku di avakirina Sûriyeya nû de divê mafên Kurdan bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.

Nêçirvan Barzanî: Divê mafê Kurdan bi destûra bingehîn bê misogerkirin
30 ÇILE, 2026   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî têkildarî peymana navbera QSD û Hikumeta Şamê ya Demkî de daxuyaniyek weşand.

Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew piştgiriyeke tam didin peymanê û ev yek ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê gelekî girîng e û got:

"Em piştgiriyê didin wê peymanê ku şerê navbera Hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) disekinîne, saziyên leşkerî û îdarî entegre dike, mafên perwerde û sivîl ên gelê Kurd misoger dike û vegera mirovên ji cih û warê xwe bûne ji xwe re dike armanc. Ev peyman ji bo çareseriya aştiyane û bidawîkirina rageşiyê gaveke girîng û rast e.

Hêviya me ew e ku ev gav ji bo avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, garantîkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bingehîn de û pêkanîna aramiya li tevahiya herêmê bibe wesîle."