Heyva Sor a Kurd û Meclisa Efrîn û Şehbayê alîkariya Kanal 8`ê wergirt

Alîkariyên ji hêla Kanal 8’ê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, îro gihaşt ber destê Heyva Sor a Kurd û Meclisa Efrîn û Şehbayê û dê li koçberan belav bikin.

Heyva Sor a Kurd û Meclisa Efrîn û Şehbayê alîkariya Kanal 8`ê wergirt
30 ÇILE, 2026   15:32
QAMIŞLO

Di çarçoveya seferberiyê de ji bo alîkariya koçberan, alîkariya Kanal 8’ê duh gihaşt Rojavayê Kurdistanê û îro jî bi daxuyaniyekê radestî Meclisa Efrîn û Şehbayê, Komeleya Civakî ya Efrînê û Heyva Sor a Kurd hate kirin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdila spasiya tevahî kesên ku ji bo koçberan bûne alîkar kir û got: “Duh jî 34 erebe alîkarî derbasî Rojava bûn. Wê tensîqa Heyva Sor û Meclisa Efrîn û Şehbayê hebe ji bo alîkarî li koçberan bê belavkirin. Em spasiya tevahî gelê Kurd dikin.”

Her wiha hevserokê Komeleya Civakî ya Efrînê Îbrahim Heftaro jî spasiya tevahî kesên ku alîkariya gelê Rojava û bi taybet koçberên Efrînê kiriye, kir û got: “Êşa koçberiyê di zivistanê de giran e, lê alîkarî ji Başûr, Bakur û tevahî cîhanê tê kirin. Ev cihê şanaziyê ye.”

(zş-jî)

ANHA