ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-7-2025
16 tîrmeh, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Holê got xuyabûna Rêber Abdullah Ocalan di tomareke vîdeoyekê de “serkeftineke ji bo têkoşîna bi dehan salan e". Şêniyan diyar kir ku ew ên heta pêkanîna azadiya hemû gelan û avakirina civakeke dadperwer û demokratîk, li ser rêya berxwedanê bin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber pêla germahiya dijwar, zarokên li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê nexweş dikevin. Heyva Sor a Kurd jî xebatên xwe didomîne. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hekvariya Komîteya Çand û Hunerê ya meclisa bajêr hewl dide ji nû ve Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxayê aktîf bike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Yên ku rêxistina terorê HTŞ li Sûriyeyê kir hikumet, hewl din avaniyeke siyasî ya nû çêkin ku tovên parçebûnê di siberoja gelan de biçînin. Dema ku HTŞ wek hikumet tercîh kirin, armanca wan êdî her çi be, teqez e ku dê ne li gorî berjewendiyên herêmê be. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Bendavan hişyarî da ku asta ava Çemê Firatê nêzîkî "asta mirî" bûye, ev jî dê bendavê ji xizmetê derxe û bibe sedema karesatekê. Dewleta Tirk jî siyasetên girtina ava çeman didomîne.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran derbarê reşnivîsa qanûna taybet bi mafê astengdaran, li avahiya Rêxistina Nûdem a li bajarê Qamişlo komxebatekê li dar dixe, saet 10:00`an. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)