Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Hesekê bi meşeke bi meşaleyan şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn û komkujiyên li dijî taîfeya Duzrî yên li Siwêdayê şermezar kirin.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Hesekê hatin bîranîn
15 tîrmeh, 2025   23:50
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke bi meşaleyan şehîdên 14'ê Tîrmeha 1982'yan a bi pêşengtiya şehîd Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çîçek bi bîr anîn.

Meşê ji çerxerêya Kevokê dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîd Serhed a taxa Salihiyê ve bi rê ket.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Helîma Îsmaîl şehîd bi bîr anîn û soza domandina rêya wan û domandina berxwdanê wan heta da.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso jî der barê komkujiyên li Siwêdayê de got: "Tiştê ku em îro li Siwêdayê dibînin binpêkirina rûmeta taîfeya Durzî ye. Em jî wekî gelên herêmê em bi hemû pêkhateyên xwe dibêjin em li dijî komkujiyên we û biryarên we yên paşguhkirinê ne. Şoreşa Sûriyeyê ji bo parastina rûmeta gel e, ne ji bo binpêkirina wê."

Oso diyar kir ku divê gelên herêmê li hemberî van binpêkirinan dengê xwe bikin yek û li hemberî biryarên zordariyê li ber xwe bidin.

(mh)

ANHA