Tiliya Tom Barrack a di siberoja Sûriyeyê de - Rauf KARAKOÇAN

Tiliya Tom Barrack a di siberoja Sûriyeyê de - Rauf KARAKOÇAN
16 tîrmeh, 2025   08:00

Yên ku rêxistina terorê HTŞ li Sûriyeyê kir hikumet, hewl din avaniyeke siyasî ya nû çêkin ku tovên parçebûnê di siberoja gelan de biçînin. Dema ku HTŞ wek hikumet tercîh kirin, armanca wan êdî her çi be, teqez e ku dê ne li gorî berjewendiyên herêmê be.

Balyozê DYA’yê yê Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack, behsa dabeşkirinên çêkirî yên Peymana Sykes-Picot dikir û digot wateya wan nemaye, niha jî hewl dide binve binve gefan li QSD’ê bi bixwe û araste bike. Tom Barrack bêyî ku guh bide daxwazên wan, zextê li Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike da ku wan bi darê zorê tev li hikumeta demkî ya Şamê bike, lê ev yek nayê qebûlkirin.

Bi vê rêbazê nûnerê taybet ê DYA’yê, bi peymana ku hewl dide li gelên Sûriyeyê ferz bike, ji bilî radestkirin an jî şer tu çareyeke din pêşkêş nake. Çêkirina aranjmanên ku hebûna Kurdan û destkeftiyên Rêveberiya Xweser ên ji bo gelên Sûriyeyê ji holê rakin, tê vê wateyê; bila Kurd stûyê xwe bidin ber kêrê.

Tom Barrak QSD û YPG'ê wek dûvikên PKK'ê nîşan dide ku bi vê yekê jî berdevkiya Tirkiyeyê dike. Heta wekî ku 'nûnerê Sûriyeyê' yê dewleta Tirk be diaxive. Ji aliyê din ve jî, Kurdan ber bi nuqteyeke ji Peymana Sykes-Picot jî xirbatir ve dehf dide. Ev jî li Sûriyeyê israra ji bo bêçareseriyê ye.

Dema ku senatoya DYA’yê Tom Barrack li ser navê DYA’yê şand Tirkiyeyê, gelo şaşî kir? Ji ber ku ew wek balyozê DYA’yê yê li Enqereyê û nûnerê taybet ê Trump ê Sûriyeyê kar nake, lê mîna ku ji bo hikumeta Enqereyê dixebite. Ji gotinên wî wisa tê fêmkirin. Gotinên Barrack ên “yek ziman, yek gel, yek dewlet” hikumeta Enqereyê tîne bîra mirov. Ev daxuyanî pêkanînên rêveberiya Baasê jî tîne bîra mirov û ji bilî komkujiyê tiştekî din nedaye gelên Sûriyeyê û dê nade jî.

Ji bo vê jî ne pêkan e ku bawerî di navbera rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk were bêyî ku dev ji van têgehan berdin ku ew jî zimanê zîhniyeta selefî ya yekperest e. Yanî beriya her tiştî divê zimanek û reftareke li gorî hiqûqa xwişk û biratiyê were nîşandan.

En nûnerê taybet bêyî ku guh bide dînamîkên civakî yên Sûriyeyê, hewl dide li gorî kêfa dilê xwe tiştan bike, lê ne li gorî polîtîkayên dewletê yên DYA’yê ne jî. Bi rûniştandina ber maseyê û tunehesibandina vîna gelan re, peymaneke ku wan dixe nava hevalbendiyekê lê ferz dike. Ev jî nîşan dide ku ew çareseriyê naxwaze. Ji ber wê jî, dibe sedema nakokiyên navxweyî û qetlîaman.

Tom Barrack heta niha ji bo hikumeta Colanî ya nekariye ji nasnameya xwe ya terorîst xilas bibe, tenê rê li ber komkujiyan vekir û zemîna ku dê rê li ber nakokiyên civakî veke, kûrtir kir. Hêmanên terorê yên selefî yên cîhadîst wêrektir kirin. Piştre êrişên li ser Durziyan çêbûn û bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bide.

Em nizanin bê ka Erdogan çi xistiye berîka Barrack, lê teqez e ku bi retorîka wî diaxive. Ne tesaduf e ku gotinên wî yên wekî 'Miletê Osmanî' bi zimanê Erdogan re eynî bin. Bi zîhniyeteke yekperest, yekbûna Sûriyeyê nikare bê parastin, berevajî wê, rê li ber nakokiyên bi xwîndar vedike. Ya ku HTŞ dixwaze li ser bingeha hiqûqa şerîatê ava bike, rêvekirina li ber terorîzma selefî-cîhadîst a li Sûriyeyê ye. Duh ji bo Elewiyan, îro Durziyan û sibê jî ji bo Kurdan deryaya xwînê amade dikin.

Ji ber vê jî ne tenê Kurd, divê hemû rengên cuda û beşên neselefî yên Sûriyeyê sînyalên xetereyê yên ku di daxuyaniyên Barrackê de hatine diyarkirin, baş bibînin û di formula xwe ya çareseriyê de israr bikin. Divê di zûtirîn demê de di qedera hevpar de bibin yek. Divê di mijarên siyasî, leşkerî, aborî û îdarî de, hema hema di her warî de û heta di xebatên destûra nû de, yekitiyê mîsoger bikin û xwe bixin nava ewlehiyê.

Ji bo vê jî Erebên sunnî ku alîgirên demokrasiyê ne, bi taybet jî Kurd, Durzî, Elewî û civakên xiristiyan, heke bi HTŞ'ê re çareserî çêbe bi wê re, lê heke bi HTŞ'ê re çareserî nebe jî divê alternatîfên xwe çêkin. Cudahiyên Sûriyeyê piraniya Sûriyeyê ne. Ji bo wan pêkan e ku di formuleke çareseriyê de ku cudahî û aîdiyetên civakî bi muxalefeteke bibandor bên parastin, bibin yek.

Alternatîfa sereke jî destûra demokratîk a Sûriyeyê e ku jiyanî û çarenûsî ye. Eger pevçûnên navxweyî û êrişên komkujiyê nesekinin, yekane rê; pêkanîna lihevkirineke civakî ye ku HTŞ'ê li derve bihêle.

Aştî û aramiya li Sûriyeyê encax bi çareseriyên li ser bingeha vîna gelan dikare pêk were. Naxwe dê herêmê bînin ber teqînê. Rola ku Barrack dilîze û zimanê wî, xizmetê meydanê ji cudakarî, provakasyon û pevçûnan re dike. Rê li ber terorîzma DAIŞ'ê vedike. Komkujiyên HTŞ'ê rewa dike.

Barrack ku wek nûnerê taybet li herêmê ye û hewl dide gelên Sûriyeyê di mijarên herî krîtîk de mehkûmî zîhniyeta yekperest a HTŞ'ê bike, divê tavilê dest ji vê helwesta neyînî berde. Li şûna ku bi hesasiyetên civakê û hevsengiyên hesas bilîze, divê derfetê bide çareseriya demokratîk a bi rêbaza çêker û aştiyane.