Namzetê YNK’ê Rêbwar Teha bû parêzgarê Kerkûkê

Di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku tê de 5 endamên YNK’ê, endamekî xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdar bûn de, namzetê YNK’ê Rêbwar Teha weke parêzgarê Kerkûkê yê nû hat hilbijartin.

Namzetê YNK’ê Rêbwar Teha bû parêzgarê Kerkûkê
10 tebax 2024   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îşev li paytext Bexdayê li Otêla Rêşîd bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya. Civîna ku îşev ji bo destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê hat lidarixistin de 5 endamên YNK’ê, endamekî xiristiyanan û 3 endamên Ereb bi giştî 9 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê beşdar bûn. Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê ser bi YNK’ê Rêbwar Teha weke parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.

Di civîna îşev a ji bo hilbijartina parêzgarê Kerkûkê yê nû hatî lidarxistin de, du endamên PDK’ê, endamekî Eniya Tirkmenan û hinek ji endamên eniya Ereb bi hinceta nebûna lihevkirina pêşwext tev lê nebûn.

Ev eniya ku tev li civîna îşev a Encûmena parêzgeha Kerkûkê nebûn, eniya cîbicîkirina ajanda û planên dewleta Tirk a dagirker e. Li ser vê yekê van aliyên tev li civînê nebûne beriya çend rojan ragihandibûn ku wan (Eniye Tirkmenan, PDK û beşek ji Eniya Ereban) li ser hilbijartina parêzgarê nû yê Kerkûkê li hev kirine. Bi serkêşiya Wezîrê Şerê Taybet ê dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan planek çêkiribûn ku tê de hewl dihate dayîn postê Parêzgariya Kerkûkê ji destê Kurdan derbixin, lê tevî hemû hewldanên dewleta Tirk, PDK, Eniya Tirkmenan û beşek ji bi ser neket û di encamê de ya heq bi ser ket.