Zelensky: Kîev hewl die şer veguhêze hundirê Rûsyayê

Piştî duh, Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê rewşa awarte li herêma Kursk a Rûsyayê ragihand, serokê Ukraynayê diyar kir ku Kîev hewl dide şer veguhêze hundirê Rûsyayê.

Zelensky: Kîev hewl die şer veguhêze hundirê Rûsyayê
10 tebax 2024   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku Kîev hewl dide şer veguhêze hundirê Rûsyayê.

Zelensky di xîtaba xwe ya îro de got îro û her tim fermandarê hêzên çekdar raporên li eniyê yên li ser tevgerên artêşa Ukraynayê û veguhastina şer li xaka dijber amade dike. Ukraynayê xwe îsbat kir ku dikare zextê li dijmin bike.

Li gorî Reutersê, piştî artêşa Ukraynayê bi awayekî mezin vê hefteyê derbasî herêma Kurs a Rûsyayê bû, Wezareta Awarte ya Rûsyayê li herêmê rewşa awarte ragihand.

Di navbera hêzên Rûsya û Ukraynayê de ji 3 rojan ve, piştî Ukraynayê derbasî sînorê herêma Kursk a Rûsyayê bû, şer dewam dike.

Li gorî agahiyan, nêzî hezar leşkerên Ukraynayê di saetên sibeha sêşemê de bi tank, erebeyên leşkerî bi piştigriya balafirên bêmirov û topavêjan derbasî Kursk bûn.

(fr)