Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de

Aloziyên di navbera hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de vediguherin pirsgirêkên destûrî, derayî û ewlehî ku her du aliyan ji 2005’an ve çareser nebûne. Di heman demê de ev krîz di 2017’an de gihîştin lûtkeyê û careke din derketin pêş.

Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de
26 mijdar, 2026   02:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryarên dawî yên hikumeta Iraqê der barê "birêvebirina" petrol û deriyên sînorî li Herêma Kurdistanê de, ne destpêka nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de ne. qonaxeke nû ne di rêzekrîzên siyasî, aborî û ewlehiyê de, ku ji dema pejirandina Destûra Iraqê ya sala 2005’an ve di têkiliyên her du aliyan de.

Zêdetirî 20 salin danûstandinên siyasî û nakokiyên darayî û yasayî bigire heta referanduma sala 2017’an û pevçûnên leşkerî yên piştî wê. der barê mijarên wekî petrol, herêmên nakok, an jî sînorên îdarî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de, tu çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin.

DI 2005’AN DE DESTÛREK JI BO DAMEZRANDINA PERGALA FEDERAL HAT AVAKIRIN

Di 2005’an de, Iraqê destûreke nû li gorî xala 117’an Herêma Kurdistanê wekî saziyeke federal nas kir. Xala 121’an desthilatên yasadanîn, cîbicîkirin û dadweriyê dan rayedarên herêmê, di nav de mafê avakirina hêzên ewlehiya navxweyî û parêzvanên herêmî.

Li aliyê din, xala 110’an erk û desthilatên taybet ên hikumeta federal diyar kirin, ku ev jî di nav xwe de siyaseta ewlehiya neteweyî, birêvebirina hêzên çekdar û parastina sînorên welêt xêz dike. Her wiha, xala 112an birêvebirina hevbeş a petrol û gaza ku ji zeviyên heyî tê derxistin destnîşan kir. Ev pêvajo hem hikumeta federal û hem jî hikumetên herêm û parêzgehên ku petrol û gazê hildiberînin, dihewîne.

Wekî din, xala 140’an pêvajoyek ji bo çareserkirina statuya deverên ku Kurd lê dijîn, ku niha wekî "herêmên nakok" tên binavkirin, ferz kir. Ev pêvajo ji asayîkirina rewşê, serjimêriya nifûsê û referandumê pêk dihat. Armanc ew bû ku ev gav heta dawiya 2007’an bên temamkirin, lê belê, heta niha nehatine pêkanîn.

Çaresernebûna van mijaran bûye sedema nakokiyên kûr û berdewam der barê çarçoveya desthilata her aliyekî de, bi taybetî jî di warê birêvebirina çavkaniyên xwezayî û deverên ku ji bo petrol û ewlehiyê xwedî girîngiyeke stratejîk in.

DI 2008 Û 2012’AN DE NAKOKIYÊN EWLEHIYÊ LI HERÊMÊN NAKOK

Di 2008’an de, li Xaneqînê ya parêzgeha Diyalayê, nakokiyeke ewlehiyê derket holê. Sedema vê yekê tevgerên Artêşa Iraqê ber bi wan deveran ve bûn ku hêzên Pêşmerge lê bi cih bûbûn. Ev rewş bû sedema nerazîbûna aliyê Kurd û fikarên der barê rûbirûbûneke muhtemel a di navbera her du aliyan de zêde kirin.

Krîz bi rêya peymaneke ji bo ji nû ve bicihkirina hêzan hat çareserkirin, li gorî vê peymanê, hem hêzên federal û hem jî Pêşmerge vekişiyan û cihê xwe dan polîsên herêmî, di heman demê de xaleke kontrolê ya hevbeş jî hat parastin.

Di Mijdara 2012’an de, li Toz Xurmato ya parêzgeha Selahedînê, alozî careke din derket. Ev yek piştî tevgerên Artêşa Iraqê pêk hat, di demekê de ku nakokiyên der barê bicihkirina hêzên federal û Pêşmergeyan de berdewam bûn. Krîz gihîşt asteke bilind a amadebaşiyê û gefên dualî, lê di dawiyê de, berî ku veguherîne rûbirûbûneke leşkerî ya berfireh, hat kontrolkirin.

Van her du bûyeran, lawaziya rêkeftinên ewlehiyê li herêmên nakok, her wiha nebûna peymaneke zelal a der barê rêveberiya ewlehiyê û dabeşkirina berpirsiyariyan di navbera Bexda û Hewlêrê de, derxistin pêş.

DI 2014’AN DE PETROL Û BUDCE VEGUHERÎN AMÛRÊN ZEXTA DUALÎ

Sala 2014’an, piştî ku Bexdayê şandina budceyê bo Herêma Kurdistanê rawestand, bû şahidê yek ji krîzên aborî yên herî girîng di navbera her du aliyan de. Ev gav piştî nakokiyeke li ser hinardekirina serbixwe ya petrolê ji aliyê Herêmê ve û girêbestên ku bi kompanyayên biyanî re îmze kiribûn, hat avêtin.

Hewlêrê dest bi hinardekirina petrolê bi rêya Tirkiyeyê kir, bêyî ku destûra hikumeta federal werbigire. Vê yekê nakokiya li ser xwedîtiya çavkaniyên xwezayî û desthilata bazarkirina wan û birêvebirina dahatên wan, kûrtir kir.

Ev rewş bû sedema krîzeke darayî ku şiyana Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ji bo dayîna mûçeyên sektora giştî û dabînkirina xizmetguzariyan asteng kir. Di heman demê de, nakokiya der barê para Herêmê ji budceya federal û mekanîzmayên radestkirina dahatên petrolî û nepetrolî de berdewam bû.

2017; REFERANDUMA SERXWEBÛNÊ Û GUHERÎNA KONTROLA LI SER KERKÛKÊ

Di Îlon û Cotmeha 2017’an de, piştî biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê ya lidarxistina referanduma serxwebûnê di 25’ê Îlonê de, alozî gihîştin asta herî bilind. Dengdan hem Herêma Kurdistanê û hem jî deverên ku Kurd lê dijîn,ku niha bi gelemperî wekî "herêmên nakok" tên binavkirin,û di nav de Kerkûk jî, li xwe girt.

Hikumeta Iraqê ev referandum red kir û ew wekî "li dijî destûrê" bi nav kir. Dadgeha Bilind a Federal jî biryar da ku ji bo veqetîna her beşeke Iraqê, tu bingeheke destûrî tune ye.

Di 16’ê Cotmeha heman salê de, hêzên Iraqî li Kerkûkê operasyoneke leşkerî dan destpêkirin. Piştre ew ber bi herêmên din ên nakok ve pêşve çûn û kontrola cih û zeviyên petrolê yên ku berê di destê hêzên Pêşmerge de bûn, bi dest xistin.

Pevçûnên li Kerkûk, Toz Xurmato û Altun Kupriyê bûn sedema guherîna kontrola li ser van deveran, pêleke nû ya koçberiyê derxist holê û bû sedem ku bandora siyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê li derveyî sînorên wê yên îdarî kêm bibe.

Di 20’ê Mijdara 2017’an de, Dadgeha Bilind a Federal ragihand ku referandum û encamên wê bêbingehê destûrî ne û biryar da ku bandorên wan ên yasayî betal bike. Di vê navberê de, di navbera fermandarên leşkerî yên Iraqî û Pêşmergeyan de danûstandin dest pê kirin. Ev danûstandin der barê ji nû ve bicihkirina hêzan li herêmên nakok û li xalên derbasbûnê yên sînorî de bûn.

DI 2022’YAN DE DADGEHA FEDERAL JI NÛ VE NAKOKÎ VEGUHERANDINA BO RÊVEÇÛNA YASAYÎ

Di Sibata 2022’an de, Dadgeha Bilind a Federal biryarek da ku tê de "Yasaya Petrol û Gazê", ya ku di 2007’an de ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve hatibû pejirandin, wekî ne li gorî destûrê ragihand. Dadgehê xwest ku hilberîna petrolê radestî hikumeta federal were kirin û destûr da Wezareta Petrolê ku ji bo betalkirina wan girêbestên ku li gorî yasaya herêmî hatine îmzekirin, gav bavêje.

Hikumeta Herêma Kurdistanê ev biryar red kir û destnîşan kir ku Destûr mafê birêvebirina çavkaniyên petrolê dide wê, bi taybetî yên ji wan zeviyên ku piştî pejirandina Destûrê di 2005’an de hatine dîtin.

Ev biryar bû sedema zêdebûna zextan li ser kompanyayên biyanî yên ku li herêmê kar dikin û nakokiya der barê şirovekirina desthilatên destûrî yên têkildarî birêvebirina petrol û gazê de kûrtir kir.

Di Adara 2023’an de, hinardekirina petrolê ji herêmê bi rêya boriyeke ku digihîje bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, hat rawestandin. Ev yek piştî biryareke dadgeha hakemî ya navneteweyî li Parîsê pêk hat, ku têkildarî hinardekirina petrola Iraqê bêyî razîbûna hikumeta federal a Iraqê bû.

Rawestandina hinardekirinê nêzîkî du sal û nîvan berdewam kir. Lê di Îlona 2025’an de, li gorî peymaneke demkî ya di navbera Bexda, Hewlêr û kompanyayên hilberîner de, ji nû ve dest pê kir. Li gorî vê peymanê, divê petrol radestî Rêxistina Dewletê ya Bazirganiya Petrolê (SOMO) were kirin.

DI 2026’AN DE CAREKE DIN PETROL Û DERIYÊN SÎNORÎ BÛN ROJEV

Lihevkirinên berê nekarîn nakokiyan çareser bikin, wekî radestkirina petrolê, dahatên nepetrolî, para Herêma Kurdistanê ji budceya federal û dayîna mûçeyên karmendên sektora giştî.

Di 9’ê Mijdara 2026’an de, piştî civînekê ligel Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di danûstandinên der barê mafên darayî yên Herêmê û mekanîzmayên bicihkirina wan di budceyê de, pêşveçûn çêbûye.

Lê belê, di 17’ê Mijdarê de, li ser navê hikumeta Iraqê Heyder El Ebadî diyar kir ku nakokiya li ser radestkirina petrol û dahatên Herêmê, hîn jî yek ji astengiyên sereke ye li pêşiya pesendkirina pêşnûmeya budceyê.

Bexda daxwaz dike ku rojane nêzîkî 445,000 bermîl petrol were radestkirin da ku bi rêya Rêxistana Dewletê ya Bazirganiya Petrolê (SOMO) were firotin. Di heman demê de Hewlêr pêşniyar dike ku rojane heta 280,000 bermîl petrol were radestkirin. Her wiha, Herêm daxwaz dike ku para wê ya ji budceyê, li gorî encamên serjimêriya nifûsê ya herî dawî, ji sedî 12.7’an derkeve ji sedî 14.14’an.

Di 24’ê Mijdarê de, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih E Zeydî, piştî tiştê ku wî wekî "nirxandina encamên komîteyeke lêkolînê ya der barê operasyonên qaçaxçitiya petrolê yên girêdayî Şîrketa Petrolê ya Bakur" bi nav kir, biryar dan. Di nav van biryaran de, erkdarkirina Komîsyona Federal a Deriyên Sînorî ji bo birêvebirina deriyên sînorî li Herêma Kurdistanê û erkdarkirina Wezareta Petrolê ya Federal ji bo çavdêriya zeviyên petrolê li parêzgehên Kerkûk, Nînewa, Diyala û Selahedînê hene. Her wiha, di van biryaran de ji Hikumeta Herêma Kurdistanê re tê qedexekirin ku bêyî agahî û destûra Wezareta Petrolê ya Federal destûrên hinardekirina petrolê bide. Her wiha ferman hatiye dayîn ku hemû rê û deriyên sînorî yên nefermî bên girtin.

Ew biryaran bû sedema nerazîbûna serokên Kurd û ev gav wekî binpêkirina desthilatên destûrî yên herêmê dibînin û daxwaz dikin ku nakokî bi rêya diyalog û têgihiştina hevbeş bên çareserkirin.

Bi vê yekê, têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê de vedigere xaleke nû ya krîtîk, ku tê de dosyayên ku ji bo her du aliyan ji dema pejirandina destûrê ve hene, ji rêveberiya çavkaniyên xwezayî bigire heta sînor û herêmên nakok.

Qonaxên dîrokî diyar dikin ku nakokiya di navbera her du aliyan de ne tenê pevçûneke darayî yan rêveberî bû, belê bi xwezaya pergala federal û sînorên desthilatê di navbera navend û herêman de girêdayî bû. Ev pirsgirêk hîn jî di krîza heyî de amade ne, her çend şert û mercên siyasî û herêmî yên derdorê wan guherî bin jî.

(f)

ANHA