Muqawema Îslamî li Îsraîlê 2 cih bombebaran kirin

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê ragihand ku wê li Îsraîlê du cih bombebebaran kirin.

Muqawema Îslamî li Îsraîlê 2 cih bombebaran kirin
10 mijdar, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê bi du daxuyaniyan ragihand ku çekdarên wê cihekî ˈgirîngˈ û baregeheke leşkerî li bakurê Îsraîlê bombebaran kirine. Di daxuyaniyên ku li ser ˈTelegeramêˈ weşandin de hate gotin ku her du êriş bi dronan hatine kirin.

Koma Muqawema Îslamî diyar kir ku ev êriş di çarçoveya piştgiriya gelê Filistîn û Lubnanê pêk hatine.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku pergala wê ya parastina  hewayî  bi şev"cismeke bi guman ku ji aliyê rojhilat dihat asteng kir."

(bb)