Îsraîlê deriyê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê careke din deriyê Hirmaş -Qeld El Seb ê di navbera Lubnanê û Sûriyeyê de bombebaran kir,

Îsraîlê deriyê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir
10 mijdar, 2024   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê deriyê sînorî yê Hirmaş-Qeld El Seb ê di navbera Îsraîl  û Lubnanê de bombebaran kiriye.

Çavkaniyên xwecih jî diyar kirin ku êriş li herêma Qisêr a gundewarê Himsê çêbûye.

Di nava hefteyekê de ev cara sêyemîn Îsraîl vê deriyê bombebaran dike.

(şx/)