Munîr Edîb: Metirsiya Îxwan Muslimîn bi dawî nabe

Lêkolerê komên îslamî Munîr Edîb diyar kir ku nêzîkbûna Tirkiye - Misrê ji ber hevbeşbûna armanc û berjewendiyên Sîsî û Erdogan e. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyeyê dev ji Îxwan Muslimîn bernedaye lê wê taktîkên xwe guhartine. Edîb hişyarî da ku metirsiya Îxwan Muslimîn ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi dawî nebûye û nabe.

Munîr Edîb: Metirsiya Îxwan Muslimîn bi dawî nabe
13 îlon, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA HEBÎB

Têkildarî pêvajoya nêzîkbûna Misr û dewleta Tirk a dagirker gelek pispor û çavdêr di gumanan de ne, tevî ku ev pêvajo berî çend rojan heta asta hevdîtina serokên herdu welatan, bi pêş ketiye.

Berî vê hevdîtinê herdu aliyan dijberiyeke rasterast li hemberî hevdu nîşan didan û hewl didan hevdu hilweşînin. Her wiha di vê hevdîtinê de gelek peyman di qada aboriyê de hatin îmzekirin.

Piştî ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn bi bin ket, ji ber wê serî li rêyên da ku bi dewletên kendavê heta Misirê re li hev were. Herwiha niha jî hewl dide bi hikumeta Şamê re lihev were. Lê gelek astengî hene. Mînak, necidîbûna wê bi ti lihevkirinan, dozên hevbeş ên nakok hene ku hîna bi Misirê re li ser lihev nekiriye weka aloziya Lîbyayê û doza ixwan muslimîn ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Pisporan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker taktîkên xwe guhartin lê wê stratejiyên xwe neguhartine. Ew jî di daxwaza wê de xuya ye ku ji îxwan muslimîn xwestibû rewşê bi Misrê re aram bikin. Ev jî di gelek daxuyaniyên fermandarên îxwan muslimîn de diyar bû ku wan banga lihevhatina bi Misrê re kiribû. Çavdêran hişyarî da bû ku ihtimal heye Tirkiye û Qeter bi rêya dûrxistina ixwanan ji siyasetê û tenê di qada sivîl de kar bikin, ixwanan vegerînin Misirê.

DOZÊN GIRÎNG Û BERJEWENDIYÊN BILIND ÊN SÎSÎ Û ERDOGAN

Lêkolerê komên îslamî profesor Munîr Edîb ji ajansa me re diyar kir ku serdana dawîn a serokkomarê Misirê Ebdulftah Sîsî ji bo Tirkiyeyê rewşa têkiliyan di navbera herdu dewletan de ya di pêşerojê de vedibêje. Nexasim ku ev têkilî di gelek qonaxan re derbas bû wek hevdîtinên pêşîn, hevdîtina herdu serokan û serdana serokên herdu dewletan. Di van hevdîtin û serdanan de gelek dozên girîng hatin nîqaşkirin û li ser wan lihevkirin hatin îmzekirin.

Edîb wiha domand: "Pêvajoya nêzîkbûnê ber bi aliyekî din ve diçe. Herdu dewlet hewcedarên hevdu ne. Guhartinên siyasî yên herêma Ereban û şerê li Xezayê herdu aliyan neçar dike ku têkiliyên xwe bi hevdu re xurttir bikin. Wê hişt ku ew nêzîkbûnê bi lez pêk bînin, nexasim ku gelek dozên hevbeş ên ku pêwiste bên çareserkirin hene û li ser maseyê ne, wekî doza Lîbyayê."

Edîb destnîşan kir ku gelek dozên ku li ser nehatiye lihevkirin hene, dibe ku hinek ji wan jî têkildarî îxwan muslimîn bin û got: "Ez bawer im ku Tirkiye di vê mijarê de pabend bû ku muslimîn li dijî desthilata li Misrê propagandeyê nekin. Her wiha di aliyê ewlekarî û îstixbaratê de jî nêzîkbûn hene. Tirkiyeyê destek dida îxwan muslimîn lê li beramber berjewendiyên xwe yên bilind û sedemên ku ji ber wê dest bi normalîzekirinê bi Misirê re kiriye, dikare di kijan wextê de be dev ji wan berde."

TIRKIYEYÊ DEV JI ÎXWAN MUSLIMÎN ÊN KU HEWL DIDIN VEGERIN QADÊ, BERNEDAYE

Edîb wiha pê de çû: "Bi nêrîna Tirkiyeyê destekdayîna Îxwan Muslimîn erkekî wê ye, ji ber wê jî şert daniye ku ev mijar bandor li normalîzekirina bi Misirê re neke. Bi rastî jî wisa bû. Tirkiye dev ji ixwanan bernade. Berovajî wê nasnameya Tirkî da bi sedan ixwanan û hîna ji gelek re stargeh e. Tirkiye bi temamî dev ji wan bernedaye lê di heman demê de ji bo ku bi Misirê re lihev were, nehişt ixwan muslimîn li dijî dewleta Misirê ji hundirê Tirkiyeyê, propagandayê bikin. Ji bo ku bandor li normalîzekirinê neke ya ku di vê dawiyê de bi pêş ketiye."

METIRSÎ BI DAWÎ NEBÛYE Û TIRKIYEYÊ TAKTÎKÊN XWE GUHARTINE

Edîb da zanîn ku metirsiya îxwan muslimîn bi dawî nebûye û ew bi dawî nabe û wiha domand: "Ev rêxistineke wiha ye ku ne tenê banga tundiyê dike, her wiha ew tundiyê tîne holê. Îxwan muslimîn hewl didin bi rêya lihevhatin û efûkirinê hewl didin xwe vejînin û vegerin qadê. Zexteke mezin li ser îxwan muslimîn heye, lê dîsa jî bi van pêşniyaran zextên li ser xwe sivik bikin. Dewleta Misrê jî vê yekê dizane. Lê desthilata Misirê, saziyên wê û heta gelê Misirê, lihevhatina bi ixwanan re yan jî efûkirina wan red dikin."

Edîb di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker taktîkên xwe yên di vê qonaxê de guhartine, hemwextî wê jî di navbera wê û fikrên îxwan muslimîn de nêzîketî heye. Ji ber wê jî wê îxwan muslimîn ên ku bi tundiyê têne tawanbarkirin, radest nekirin û hîn ji wan re wargeh e. Hemwextî wê stratejiyeke wê ya nêzîkbûna bi Misrê heye, ji bo wê ew taktîkên xwe di vê çarçoveyê de diguherîne.

(mh)

ANHA