Şêniyên Amûdê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê kirin

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku desthilata Tirk a dagirker sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran kiriye. Her wiha wan diyar kir ku pêwîst e li hemberî wê asta têkoşînê were bilindkirin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan werin belavkirin.

Şêniyên Amûdê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê kirin
13 îlon, 2024   04:40
AMÛDÊ
 SÎMAV MEHMÛD

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber bertekên gel ên li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomin. Şêniyên herêmê dibînin ku bertekên wan rêbaza herî guncaw a pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye. 

Tevî wan bertekan dîsa jî saziyên hiqûqî yên mafên mirovan û girtiyan ên navneteweyî bêdeng in û dema ku bertekê didin jî ne li gorî pîvanên wan in. Nexasim berteka Meclisa Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT'yê ku tê de spasiya aliyên ku ji wan re rapor şandine hatiye kirin.

Civîn Hebîb a ji bajarê Amûdê destnîşan kir ku desthilata Tirk a dagirker siyasetên îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike û ji bo têkbirina wan siyasetan, divê asta têkoşînê were bilindkirin.

Civîn diyar kir ku berfirehbûna berteka gel misogeriya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

DEM DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN E

Îman Mehmûd jî wiha axivî: "Tenê bi rêya bilindkirina asta têkoşînê û berfirehkirina wê Bidawîkirina sîstema îşkence û qirkirinê dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin."

Mihemed Xêr Tewfîq diyar kir ku pêwîst e her kes çi li herêmê çi li derve fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bike da ku wekhevî û edalet were bidestxistin û divê tevlêbûna di çalakiyan de ji vê zêdetir be.

Rêber Abdullah Ocalan beriya 24 salan di encama komployeke navneteweyî de 1999'an li paytexta Kenya Neyrûbiyê hate revandin û 15`ê Sibata heman salê radestî dewleta Tirk hate kirin û ji wê demê ve di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin.

Cara herî dawîn parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarîca û Newroz Uysal 7'ê Tebaxa 2019'an pê re hevdîtin kiriye. Cara dawîn ku Rêber Abdullah Ocalan 25`ê Adara 2021`an bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî û piştî 5 deqe telefon hate birîn.

(mh)

ANHA