Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne

Komeke xwendinê ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li Qamişloyê hatiye avakirin, parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ dixwîne.

Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
Koma xwendinê beşa ‘Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê’ya Sosyolojiya Azadiyê dixwîne
13 îlon, 2024   03:40
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Ji bo xwendinê li gelek bajar û bajarokên 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kom hatine avakirin. Kom li her herêmekê li gorî pêwîstiyan parêznameyekê dixwînin. Di vê çarçoveyê de parêznameyên “Sosyolojiya Azadiyê”, “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” û “Parastina Kurdên di nava Pencê Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” tên xwendin. 

Komeke xwendinê ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve beriya salekê hatiye avakirin, ji 8 kesan pêk tê û her hefte rojekê li taxa Bişêriyê a Qamişloyê li malekê dicivin.

Vê hefteyê jî koma xwendinê parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a “Sosyolojiya Azadiyê”, beşa “Pirsgirêka Civakê ya Bajarbûnê” xwend û der barê mijarên parêznameyê de analîzên Rêber Abdullah Ocalan gotûbêj kirin.

Têkildarî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, endama Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Taz Paşa ji ajansa me re axivî.

Taz Paşa destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê siyaset, polîtîka, zanist, aborî, jin, malbat û hwd de di parêznameyan de hatine dahûrandin, alternatîfên çareseriyê jî hatine danîn û girîng e ku ew bi şêwazê komên xwendinê xwe perwerde bikin.

Taz Paşa bal kişand ser girîngiya xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Beriya ez parêznameyan bixwînim, wek kesayeteke jina Kurd di malbatê de girtî bûm. Lewma bandora kevneşopa eşîrî û malbatî jî li ser min hebû. Lê piştî ku min parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, min karî kevneşopên heyî bişikînim û di jiyanê de, di kar û xebatan de wek jin, cihê xwe bigirim.”

Endamê Partiya Yekitiya Suryan Mûsa Hena ku di koma xwendinê de cihê xwe digire, da zanîn ku wek kesayet, berê ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dûr bû. Lê piştî ku ji aliyê hin hevalên wî ve jê re qala komên xwendinê hatiye kirin û bi pêşniyarên hevalên wî beriya niha bi salekê di komên xwendinê de cihê xwe girtiye.

Mûsa Hena diyar kir ku bi şêwazê komên xwendinê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye û ecibandiye, lewra wî heqîqet di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de dîtiye.

Mûsa Hena bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wek kesayet min gelekî ji parêznameyan sûd wergirt, nexasim di milê mêjî de mirov xurt dibe.”

ANHA