MSD′ê li ser reşnivîsa belgeya siyasî erê kir

Kongreya 4′an a MSD′ê li kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Hevgirtina gelên sûriyeyî hîmê çareseriya siyasî û misogeriya pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye′ bi dengdayîna li ser reşnivîsa belgeya siyasî ya ji 17 bendan pêk tê, dewam dike.

MSD′ê li ser reşnivîsa belgeya siyasî erê kir
20 kanûn, 2023   20:50
REQA

Kongreya Meclisa Sûriya Demokratîk bi nîqaşkirina daxwazên tevlêbûna li nava wê, erêkirina li ser wan û dûre xwendina rapora rêxistinî û nîqaşkirina li ser wê dewam kir.

Li gorî endmên MSD′ê yên beşdarî bûne, wan bendên reşnivîsa belgeya siyasî ya MSD′ê nîqaş kirine û piştî pêşniyaran hin guhartin li ser reşnivîsê çêbûn.

Beşdaran bi giştî li ser pêşniyaran û reşnivsa belgeya siyasî erê kir.

Belgeya siyasî ya MSD′ê ji 17 bendan pêk tê û wiha ye:

Sedsal di ser peyman û lihevkirinên navneteweyî re derbas bûn ku  encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû û nexşeyên nû yên herêmê dûrî berjewendî û armancên gelên wê hatin xêzkirin, careke din krîzên bingehîn û şerên hundirîn li herêmê çêbûn û derketin û rûyê wê yê herî hovane li Sûriyeyê derket. Li Sûriyeyê krîz derbasî sala xwe ya 13′yan bû û hîna jî alava şer mirovan dide ber xwe, mirinê û wêraniyê belav dike, li kêlek wê jî sûriyeyî û civata navneteweyî nikarin bigihînin lihevkirinekê û çareseriyekê pêk bînin. Tundiya rejîma desthilat û tundiya komên îslamî yên tundraw bi sed hezaran sûriyeyî qetil kirin û zêdetirî milyonek kes birîndar, asteng kirin û bi milyonan koçber kirin. Ji wê zêdetir hema tevahî bajar, bajarok û gund li ber rûxandinê ne.

Ji ber tiştên heyî tevgera gel çêbû û çirûska wê ya destpêkê di nîvê Adara 2011′an de bû. Lê rêveberiyeke wê ya xurt tune bû ku xebata guhartinê û veguherîna ber demokrasiyê ve bi rê ve bibe. Ew jî ji ber gelek sedeman e; tunebûna nêrîneke rast a rewaşa Sûriyeyî û asoyên pêşeroja wê, tunebûna stratejî û planên durist ên pêşxistina vê tevgerê. Di encamê de veguherî girêkekê. Ji wê zêdetir jî xwe nespartin hêza xwe. Bi wê re destwerdanên derve çêbû û serweriya Sûriyeyê ji xwe rewa kirin û êdî derve di gelek rêvebirinên krîzê de bû hêmaneke bingehîn. Sûriyeyê bû qada destwerdanan. Jêderên fînansekirinê pir bûn û Sûriye ji bo tesfiyekirina hesabên xwe û xizmetkirina berjewendiyên xwe yên startejîk û taktîkî bi kar anîn. Di encamê de zemînek ji derketin û gihandina blokên radîkalî yên tundraw çêbû û hêzên muxalif kontrol kir; ji Qaîde û Cebhet El Nusra bigire heta bi DAIŞ′ê ku yek ji rêxistinên herî tundraw ku bi navê ol li dijî tevahî nirxên mirovahiyê sekinî.

Bûyerên berê yên li Sûriyeyê û herêmê piştrast kirin ku pêdiviya şoreş di vê qonaxê û mîna van rewşan de bi bernameyeke hevgirtî heye ku li rihê serdemê be û bi beşdariya gel û pêkhateyên bi awayekî aktîf bawer be û di avakirina pergaleke demokratîk, parastina wê û pêşxistina wê de berpirs be.

Çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê û beşdariya tevahî hêz û pêkhateyên Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e ku sînorekê ji van êşan re deyne û Sûriyeyeke pêşerojê Ii gorî bingehên demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bike.

Avakirina nasnameya neteweyî ya giştî ya li ser hemwelatiya azadî û zana bingeha avakirina Sûriyeya armanckirî ye û dihêle tevahî pêkhate xwe di vî welatî de bibînin û beşdar bin.

Îsrara li ser Sûriyeyek nenavendî nayê wateya betalkirina navendîbûnê bi temamî, ji wê zêdetir dê navend rola xwe ya kontrolê ber bi rêbaza navgînê û yekkirina tevahî herêman bilîze, di heman demê de ku rêvebirina erkên bingehîn ên taybet bigire dest ku karekterek stratejîk a giştî hildigirin.

Diyaloga-Sûriyeyî-Sûriyeyî ji bo rawestandina xwînrijandina Sûriyeyî û bidawîkirina parçebûna li Sûriyeyê û berbelavbûna hêzên wê yên siyasî ku bû sedemê enerjiyên civata Sûriyeyê badilhewa bin, rêya serkeftî ye, her wiha dê Sûriyeyeke li ser biryardariya nasnameya neteweyî, hevbeşî, pirrengiya civakî, çandî, olî û etnîkî û pêkanîna edalet, azadî  û wekheviyê bê avakirin.

MSD′ê di 12.08.2015′an de li bajarê Dêrikê hat damezrandin, tekezî li ser van pransîpan dike:

Gelê li komara Sûriyeyê xwedî yekitiyeke siyasî, gişt û hevgirtî ye, stûna wê jî hemwelatîbûna azad û zana ya wekhev di maf û erkan de bêyî cudahiya nava xelkê wê de ye, ew li ser xaka dewleta xwe azad e, bi şaristanî, çand û pirrengiyê serbilind e û dewleta xwe li ser vê bingehê bi beşdariya tevahî pêkhateyên wê bêyî dûrxistinê ava dike. Gelê Sûriyeyê weke pêvajoyeke dîrokî, têkilî û hevahengiya civakî di navbera gelên xwecihî yên herêmê de ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî û neteweyên din ên wekî Tirkmen, Çerkez û Ermenî û hemû pêkhateyên wê diyar dike û mafên hemû pêkhateyan ên neteweyî yên rewa li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî heye.

Divê yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin, rêz ji serweriya wê re were girtin, tawîz ji tu parçeyeke xaka wê re neyê dayîn.

 Xwespartina li rêgeza cîrantiya baş û têkiliyên ser li bingeha avakirina berjewendiyên dualî.

Naskirina pirrengiya civaka Sûriyeyê û bi destûrî bi mafên neteweyî yên gelê Kurd û gelên Suryan ên Asûrî, Tirkmen û Ermenî û çareserkirina arîşeyên wan bi awayekî dadperwerane û demokratîk li gor peyman û peymanên navdewletî.

Derbasbûna ji rewşa desthilatiya siyasî, zihniyeta şovenîst, pergala navendî û dewleta netewe ber bi pergaleke demokratîk, pirrengî û nenavendî ve.

Divê destûreke demokratîk a lihevkirî bi beşdariya tevahî Sûriyeyê were nivîsandin, da ku berjewendî û armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne.

Divê li dijî fikra tundraw û çanda tundrawiyê bi hemû şêweyên wê bê derketin.

Azadiya jinê bingeh û misogeriya tevahî azadiyan e û divê jin beşdarî tevahî çalakiyên di pêvajiyên xebata siyasî de bin.

Ragihandina temsîliyeta wekhev di navbera zayendan de di hemû qadên jiyanê de, prensîbeke bingehîn e ji bo bidestxistina jiyaneke adil û azad di civaka Sûriyeyê de û misogerkirina vê di destûrê de.

Xwedîderketina li siyaseteke aborî li ser bingeha ekolojî û edaleta civakî, pêkanîna edalet û belavkirian adilane ya dewlemendî, geşkirina hevseng û mayînde.

Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingeh e ku mozaîka civakî û çandî ya civakên Sûriyeyê xurt dike.

Artêşa Sûriyeyê saziya neteweyî ye, tenê çekê hildigire û tu têkiliya wê bi siyasetê tune ye.

Ciwan hêza dînamîk di civakê de ye û divê temsîleyeta wan di pergala demokratîk temsîliyeteke rastî û pîvan be û ew pêşeng in xebata guhartina demokratîk in û divê temsîlbûna wan di hemû aliyan de ji sedî 25 be.

Mafên astengdaran bi taybet mafên qurbaniyên şer bên misogerkirin.

Mafên zarokan li gorî qanûn û mîsaqên navneteweyî bên parastin û projeyên ji bo rizgarkirina wan ji bandorên koçberî, leşkertî û nexwendinê bên danîn.

Şehîd nirxên manewî yên şoreş û civakê ne, girîngîdayîna malbatên wan erkekî exlaqî û qanûnî ye.

Xurtkirina civakê di aliyên wergirtina amûrên xweparastinê li dijî xeteriyên desthilatê û çewisaninê de.

Kongre bi nîqaşkirina rêziknameyê dewam dike.

(fr)

ANHA