Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe

Di roja 6`an a Mîhrîcana Rojava de şûnwarên li herêmê û girîngiya parastina wan hat nîqaşkirin. Li aliyekî din di semînera `zekaya analatîk û hestiyarî` de pêwîstî bi hevsengiya di navbera her du beşan de hat dîtin.

Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
Mîhrîcana Rojava bi temayên ciyawaz derbas dibe
20 kanûn, 2023   20:46
QAMIŞLO

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” tê lidarxistin li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo didome.

 Di roja 6`ê ya mîhrîcanê mamosteyên Zanîngeha Rojava, rewşenbîr, nivîskar beşdar bûn û tê de semînerên bi sernavê `rewşa şûnwaran li herêma Cizîrê` û `zekaya atifî û tehlîlî` ve hatin dayîn.

`LÊKOLÎNÊN DERKETINA MIROVAHIYÊ JI MEZOPOTAMYA DEST PÊ DIKE`

Pisporê Şûnwaran Silêman Îlyas semînera der barê şûnwaran de da û got: “Girîngiya sêgoşeya Xabûrê ya bakurê Mezopotamyayê roleke mezin di avakirina mirovahiyê de lîstiye, çemê Firat û Dicle devera ku av lê heye, berê xaniyên xwe çêdikirin, ji ber girîngiya wê hemû zanîngehên cîhanê dixwestin cihê ku guhertinên mezin di jiyana mirovhiyaê de lêkolîn bikin. Destpêka lêkolîna şûnwaran ji Mezopotamya dest pê kir, li Waşûkanî dewleta Hûrî-Mîtanî hat dîtin, her wiha pirtûkxaneyeke mezin hat dîtin, li Orkêş materyalên avakirinê û bazirganiyê di serdema berê de hat dîtin. Li herêmê Til Helef, Waşûkanî, Til Bêder, Til Hemo, Til Erbîd, Til Berî, Til Birak (Newar û Nagar), Çaxirbazar, Til Mozan (Orkêş), Girê Xizna, Til Şiyîr, Til Leylan û Til Mihemed Diyab cihê şûnwaran e.”

ŞÛNWAR ŞARISTANIYA MIROVAHIYÊ YE

Di semînerê de nîqaş derketin û pirsên li ser girên herêmê hatin kirin. Hat diyarkirin ku gir di encama koçkirina gundiyan û hiştina malê wan çêbûne, piştî koçkirinê ew mal bûne kavil û di encama kombûna axê de bûne gir. Girêdana neteweyan bi şûnwaran ve şaş hat dîtin û hat diyarkirin ku şaristaniya mirovahiyê dûrî neteweyan e, dîroka wan bêhtir a civak û gelan e.

DANESÎNA ZEKAYA ANALATÎK Û HESTIYARÎ

Lêkoler û endama Navenda Lêkolînan a Firatê Çinar Salih semînera der barê zekaya hestiyrî û analatîk de da û diyar kir ku peyva `zeka` mejî tîne bîra mirov, ji ber ku mejî gelek tiştan pêk tîne gelek têgînên wê hene; zakîre, zihin û fikrandin..hwd tîne bîra mirov û got: “ 2 aliyên mejî hene hestiyarî û analatîk, dihat gotin ku beşê çepê yê mejî analatîke û yê rastê hestiyarî ye.”

Çinar Salih da zanîn ku zekaya hestiyarî weke bertekekê ye, di heman demê de ya gerdûnê ye, hemû zindî zekaya wan a hestiyarî heye û wiha domand: “Rengîniya gerdûnê ji zekaya hestiyarî tê. Ev taybetmendî zêdetir li cem jinan heye, li cem mêran kêmtir e. Zekaya hestiyarî berpirsyariya afrandinê ye, jê re dibêjin zekaya wijdanî berpirsyara wijdan û îlhamê ye. Hegel jî jê re dibêje `rihê xwezayê`. Hetanî pê felsefe çêdibe, xwedî bersivdayîneke lezgîn e û di warê bersivdayînê de ji taybetmendiyên kesayetên azad e.”

DI NAVBERA ZEKAYA ANALATÎK Û HESTIYARÎ; HEVSENGÎ

Di semînera xwe de Çinar Salih destnîşan kir ku zekaya analatîk bi navê aqil e, tenê ji însanan re ye û li cem zindiyên din tune ye. Bi plan û hesab tev digere, dunyaya madî bi vê zekayê hatiye avakirin û wiha axivî: “Li kêleka wê derxistina pêş a aqil hiştiye aliyê manewî di jiyanê de kêm bibe. Materyalên ku me dibirin di dibistanan de, tenê bal dikişandin ser zekaya analatîk, zirara wê li ser kesayeta me heye, divê hevsengî di navbera her du zekayan de hebe.”

Di semînerê de nîqaşên der barê mijarê derketin ku beşdaran xuya kirin ku pêwîst e mirov bi zekayê re behsa zakîreyê jî bike ji ber ku ew piştgiriyê dide wê û destnîşan kirin ku danîna hevsengiyê mijareke têkoşînê ye. Di pirsa `ez kî me` wê bêhtir her kes xwe nas bike.

Piştre şevbuhêrkeke çîrokî bi zimanê Kurdî bi xwendina çîrokan ji aliyê Qadir Egîd, Botan Hoşê, Alan Ebdullah, Ednan Mustefa, Ciwan Ebdullah, Luqman Yûsif, Rojîn Mihemed Mûsa, Lema Elî (li şûna wê Canda Erefat xwendiye) ve hat qedandin.

Di beşa sînemayê de filmê bi navê `El Hana` bi derhêneriya Bîlal Korkot ve hat pêşandan, dûvre jiyannameya helbestvan Arjen Arî hat daiyrkirim.

Çaverê ye sibe di çalakiya roja 7`an a mîhrîcanê de mijarên girêdayî Melayê Cizîrî û şevbuhêrkên helbestî hebin.

(sb)

ANHA