Pêşniyarên ji bo rêziknameya MSD′ê hatin erêkirin

MSD′ê bi piraniya dengan pêşniyarên ku endamên kongreyê ji bo rêziknameyê pêşkêş kirine, erê kirin.

Pêşniyarên ji bo rêziknameya MSD′ê hatin erêkirin
20 kanûn, 2023   22:03
REQA

Kongreya 4′an a Meclisa Sûriya Demokratîk a li Reqayê dewam dike.  Piştî erêkirina piraniyan li ser belgeya siyasî ya MSD′ê, piranî endaman li ser rêziknameyê piştî pêşniyarên lê hatine zêdekirin, erê kirin.

Vê sibehê Kongreya 4′an a MSD′ê dest pê kir, piştî rûniştina yekemîn bi dawî bû, rûniştina duyemîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Li gorî endamên kongreya MSD′ê, beşdaran rêziknameya MSD′ê ya ji 9 bendan pêk tê nîqaş kir û li gorî pêşniyarên beşdaran rêzikname hate guhartin û piraniyan li ser erê kir.

(fr)

ANHA