MSD'ê li Brûkselê panelek li dar xist

Di çarçoveya xebatên pêkanîna zemîneke hevbeş di navbera tevahî aliyên Sûriyeyê de, xurtkirina diyaloga nîştimanî û hewldana ber bi çareseriyeke aştiyane ji bo krîzê de, MSD'ê li paytexta Belçîkayê Brûkselê paneleke diyalogê li dar xist.

MSD'ê li Brûkselê panelek li dar xist
25 tebax, 2024   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navê "Diyaloga Sûriyeyî - Sûriyeyî û projeya MSD'ê" li paytexta Belçîkayê Brûkselê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de nûnerên partî û bilokên siyasî yên sûriyeyî yên curbecur, ciwan û siyasetmedarên li Ewropayê beşdar bûn.

Di serî de nûnerê MSD'ê ya Hollandayê Macid Guro bixêrhatina beşdaran kir. Piştre nûnerê Partiya Yekitiya Suryanî rola pêşeng a MSD'ê di diyaloga nîştimanî de silav kir û destnîşan kir ku MSDˊê aliyê tekane ye ku projeya nîştimanî bi pêş dixe.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Hesen Mihemed Elî li ser rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zehmetiyên li herêmê axivî.

Elî destnîşan kir ku MSDˊê di pêvajoya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê de kedeke mezin dide, lê belê gelek zehmetî û astengî derdikevin. Her wiha Elî bal kişand ser doza nenavendî û pirrengiya siyasî û teşeya dewleta Sûriyeyê ya pêşerojê.

Nûnerê MSD'ê ya Almanyayê Rizgar Qasim diyar kir ku hemû hêz û kesayetên welatparêz û nîştimanî li hemberî diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê berpirs in.

Qasim diyar kir ku deriyên MSD'ê li ber hemûyan vekirî ne.

Di panelê de nûnerên tevgerên siyasî û partiyên beşdar nêrînên xwe parve kirin. Wan teqezî bi girîngiya nenavendiyê û nasnameya nîştimanî da.

Di dawiya panelê de beşdaran ked û xebatên MSD'ê yên pêşxistina diyaloga nîştimanî û peydakirina çareseriyekê ji bo krîza Sûriyeyê da. Her wiha beşdaran diyar kir ku ew ji bo pêşxistina têkilî û hevkariya bi MSD'ê re amade ne.

(mh)