Di êrişên dagirkeriyê de 5 gundên Berwarî Bala şewitîn

Endamê Rêxistina Tîma Kurdistanî ya rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ji ber bombebarana îro ya dewleta Tirk, li devera Berwarî Bala agir bi pênc gundan ketiye, şêniyên gundekî asê mane û nikarin ji gund derkevin.

Di êrişên dagirkeriyê de 5 gundên Berwarî Bala şewitîn
25 tebax, 2024   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro endamê Rêxistina CPT Kameran Osman di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber şer û bombebarana dijwar a balefirên bêmirov û topbaranên dewleta Tirk, di saetên sibehê de li devera Berwarî Bala şewat derket. Kameran diyar kir ku şewat gihişt nava gundên Mêrga Qesrê, Girê Sor, Elkîşkê, Cembelkê û Bêlîzanê.

Her wiha diyar kir li gundê Elkîşkê agir giştiye nava xaniyên gund, bax û goristana gund. Kameran diyar kir ji ber şewatê rêya sereke ya ketin û derketina gund hatiye girtin û got: “Hinek şênyên gund karîne ji gund derkevin û xwe rizgar bikin. Lê niha 19 malbat di nava gund de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.”