Nesrullah: Heke bersiv zû bihata dayîn serkeftî nedibû

Hesen Nesrullah li ser bersiva li hemberî kuştina Fûad Şukir got “Pêwîstiya me bi dem û şêwiran hebû. Eger bersiva Îsraîlê bi lez û bez bihata dayîn dibe ku serkeftî nebûya.”

Nesrullah: Heke bersiv zû bihata dayîn serkeftî nedibû
25 tebax, 2024   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê li dijî kuştina ji fermandarên xwe Fûad Şukir vê sibehê "operasyoneke leşkerî" li hemberî Îsraîlê kir. Hizbullahê baregehên leşkerî yên Îsraîlê kirin hedef. 

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah têkildarî encama "operasyonê" axivî. Nesrullah li ser sedema derengmayîna bersivdayîna kuştina Fûad Şukir got, eger bersiv zû hatiba dayîn dibe ku serkeftî nebûya û got: "Pêwîstî bi dem û şêwiran hebû. Bersivdayîna di wextekê de ku Îsraîl û DYA di nava seferberiyê de bûn, dibe ku bi bin biketa."

Nesrullah diyar kir ku divê hedefa Hizbullahê nêzî Til Evîvê bûya û got: "Me biryar da ku hedef leşkerî be û têkiliya wê bi hedefgirtina şehîd Fûad Şukir re be."

Nesrullah destnîşan kir ku hedefa sereke ya "operasyonê" baregeha îstîxbaratê bû ku ji 8 hezar û 200 yekîneyên sîxurtiyê pêk tê û wiha domand: “Ji ber sedem û encamên ku bi demê re xuya bibûna, me biryar da ku operasyona me ferdî be. Ji bo ku em derfetê bidin diyalogan em hinekî sekinîn. Armanca me û fedakariyên me ji bo rawestandina şerê Xezayê bûn."

Girêdayî mijarê 2 dîplomatan ji Ruetersê re got Îsraîl û Hizbullah bi rêya navbeynkaran name ji hev re şandine ku şer gurtir nebe û her wiha destnîşan kir ku her du alî jî naxwazin şerekî topyekûn çêbe.

Fûad Şukir 30’yê Tîrmehê li Beyrûtê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.