MSD: Rola dewletên Ereban di çareserkirina krîza Sûriyeyê de girîng e

MSD'ê destnîşan kir ku rola dewletên Ereban di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û qedexeya xistina Sûriyeyê nava şerekî herêmî de girîng e.

MSD: Rola dewletên Ereban di çareserkirina krîza Sûriyeyê de girîng e
14 mijdar, 2024   23:53
HESEKÊ

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Giştî ya MSD'ê civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li dar xist. Di civînê de hevseroka MSD'ê Leyla Qereman, nûnerên partiyan û nûnerên pêkhateyên siyasî yên MSDˋê yên li hundirê Sûriyeyê û derveyî wê bi rêya Zoom'ê, beşdar bûn.

Di civînê de Leyla Qereman bal kişand ser girîngiya geşkirina eniya hundirîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê .

Leyla Qereman diyar kir ku MSDˋê amade ye diyalogan bi tevahî aliyên Sûriyeyê re bike, teqezî bi nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê kir û girîngî da diyalogên nîştimanî û xwegihandina li lihevkirinên nîştimanî.

Leyla di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku civînên Astana armancên Sûriyeyiyan pêk neanîn, tenê berjewendiyên xwe li ser hesabê mafên gelê Sûriyeyê parastin.

Leyla di dawiyê de destnîşan kir ku pêwîste dewletên Ereban di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, nekişandina wê li nava şerekî herêmî roleke aktîv bilîze.

Beşdaran diyar kir ku MSD'ê ji bo guhartinên pêşerojê yên herêmê amade ye li hember hemû sînaryoyên muhtemel tev bigere.

Her wiha bi rêya zoomê ji Amerîka, hevserokê MSDˋê Mehmûd El Mislit bal kişand ser hevdîtinên bi sûriyeyiyên li derve û nûnerên çalakiyên siyasî yên derve re kirine.

Li dawiyê civînê teqezî bi girîngiya domandina têkiliyên bi pêkhateyên Sûriyeyê re li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê, hat dayîn.

(mh/fr)