Di 24 saetan de ev cara duyemîn Hums tê hedefgirtin

Di 24 saetan de, ev cara duyemîn e ku Îsraîl li dijî deverên li nêzî sînorê Lubnanê yê herêma Qisêr a gundewarê Humsê êrişan pêk tîne.

Di 24 saetan de ev cara duyemîn Hums tê hedefgirtin
14 mijdar, 2024   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê da zanîn ku Îsraîlê ji bo cara duyemîn pira El Mûh û pira El Alî yên gundewarê Qisêr, li ber sînorê Sûriye - Lubnanê hedef digire.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ji destpêka 2024'an ve, Îsraîlê 150 caran êriş li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne.

(mh/fr)

ANHA