MSD: Rageşiya dawî ya li Sûriyeyê dikeve xizmetî dijminên aştiyê

MSD’ê diyar kir ku rageşiya dawîn a li Sûriyeyê vegerandina wê li werçerxa tundiyê ye, dikeve xizmetî dijminên aştiyê, zirarê digihîne ewlehî û yekitiya welat.

MSD: Rageşiya dawî ya li Sûriyeyê dikeve xizmetî dijminên aştiyê
7 adar, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Digel rageşî û pevçûnên li gelek herêmên Sûriyeyê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku bêyî cudahiya tevlêbûna wan a netewe û mezheban, parastina Sûriyeyiyan pêşaniyeke mutleq e. MSD’ê tundîtûjiya li dijî sivîlan an jî saziyên xwecihî red kir û bang li desthilata Şamê kir ku bi awayekî lezgîn li hember van bûyeran berpirsiyariyên xwe yên niştîmanî rake û xwe bispêre zimanê aqilmendiyê.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku armankirina sivîl û endamên polîsên xwecihî binpêkirina li dijî ewlehiya şêniyan e û ew karekî şermezarkirî ye, divê yekser were sekinandin. MSD’ê bang kir ku bi rêya diyalogeke cidî û berpirs, dûrî leşkertî û fitneya taîfî sedemên rageşiyê çareser bikin, da ku tecrûbeyên biêş ên di dirêjahiya dîroka Sûriyeyê û dewletên cîran de dubare nebin.

Her wiha di daxuyaniya MSD’ê de hat gotin ku ewlehiya şêniyan kevirê bingehîn ji her pêşerojeke biîstîqrar û ewle re ye û her şêweyekî tundî yan jî provakasyona taîfî, tenê bi xwe re parçebûnên kûr û dirêjkirina temenê êş û azaran tîne. MSD’ê bang li tevahî Sûriyeyiyan kir ku fitne û xîtaba nefretê red bikin û ji bo parastina mozaîka civakî hevgirtî bin û ji bo avakirina pirên diyalog û lihevkirinê bixebitin.

MSD’ê der barê zêdebûn û mezinbûna rageşiyê de ku Sûriye vegerîne werçerxa tundiyê da û got ew tenê wê bikevin xizmetî dijminên aştiyê, zirarê bigihînin ewlehî û yekitiya welat. Her wiha bang li tevahî siyasî yên aktîv hat kirin ku tev li diyaloga niştîmanî ya rastîn bibin ku bigihîjin çareya siyasî ya giştî.

MSD’ê destnîşan kir ku divê mekanîzmaya edaleta veguhêz a ji bo sûcdar hesabê bidin, were avakirin, rêveçûneke zelal ji bo lihevkirina niştîmanî were danîn.

MSD’ê bang li NY’yê kir ku helwestên cidîtir û tundtir bi rêya dayîna biryaran nîşan bide ku tevahî aliyên li Sûriyeyê pabendî agirbestê bin, her wiha piştgiriya pêvajoya siyasî ya giştî li Sûriyeyê bike.

Di dawiyê de MSD’ê ew pabendî xebata ji bo çareseriya siyasî ya adilane ye ku aştî û îstîqrar misoger bibe, pêşerojeke ewle û geş ji tevahî Sûriyeyiyan re dûrî şer pêk bê.

(fr)

ANHA