Ji Rêveberiya Xweser peyama 8’ê Adarê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku ew ji bo pêkanîna rêgezên azadî û edaletê ji tevahî jinên Sûriyeyî re pabendî domandina xebatê ye.

Ji Rêveberiya Xweser peyama 8’ê Adarê
7 adar, 2025   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û amaje bi sembolîkbûna vê rojê kir û got ev roj hêviyên jinan nîşan dide û destkeftiyên wan xurt dike.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke dîrokî ya girîng e. Jin bi awayekî aktîvê beşdarî aliyên siyasî û leşkerî bû û li hember zehmetiyên mezin sekinîn; ji DAIŞ’ê bigire heta bi dagirkeriya Tirk.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ruxmî hewldanên bidûrxistina jinan piştî hilweşîna rejîma Baas’ê, lê hîna jina Sûriyeyê di oxira bidestxistina mafên xwe de pêşengtiya têkoşînê dike.

Rêveberiya Xweser ev roj li tevahî jinên Sûriyeyî bi hemû pêkhate û rengên xwe pîroz kir û got ew di oxira pêkanîna rêgezên azadî û edaletê pabendî domandina xebatê ye.

Rêveberiya Xweser piştgiriya xwe ji jinên li eniyên şer nîşan da û hêvî kir ku 8’ê Adarê bibe roja azadî û edaletê û sembola têkoşîna dijî tevahî şêweyên zordariyê.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got ew sembola aştî û azadiyê ne û ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêviya serkeftinê xwest.

(fr)