Li Helebê çalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê li Helebê çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.

7 adar, 2025   21:24
HELEB

Roja 8’ê Adara îsal ji bo xelkê Helebê xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber Roja Jinan a Cîhanê ya yekê ye ku di ser jinan re derbas dibe ku hukmê Baas’ê têk çûye.

Ajansa me wêneyên endamên komîteya amadekar a şahiya 8’ê Adarê wergirtin ku ew vexwendinên giştî li xelkê Helebê li nêzî kelha Helebê, qada Seidullah El Cabirî û cihên din ên sereke belav dikin.

Her wiha jinan li ser dîwareke bajêr diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" nivîsî.

Girêdayî mijarê, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê li Stadyûma Berxwedana taxa Şêxmeqsûdê lîgek di navbera tîmên Şehîd Cûdî Amanos û Cûdî Efrînê de li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan ciwan beşdar bûn û bi serketina tîma Şehîd Cûdî Amanos 5-1 li hember tîma Cûdî Efrînê bi dawî bû.

Girêdayî heman mijara 8’ê Adarê, Yekitiya Xwendekarên Sûriyeyê pêşangehek ji bo wêneyên xwendekarên zanîngeha Helebê vekir.

Di pêşangehê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Şîlan Kobanê, Cîhan Bîlgîn, Hevrîn Xelef û hwd hebûn.

Di çalakiyê de axaftin bi zimanên Erebî û Kurdî ji hêla endama Yekitiya Xwendekarên Helebê Xedîce Mehmûd û endama Weqfa Jina Azad Rûsêl Elo ve hatin kirin.

Di axaftinan de amaje bi mîrasa azadiya jinê ku bi şehîd Bêrîtan, Zîlan û Asya dest pê kir, hat kirin û hat gotin ku divê bi hemû rê û rêbazan ew mîras were parastin.

Di çalakiyê de komek ji xwendekarên zanîngehê mûzîk û stranên pêşkêş kirin, li kêlek wê jî pirtûkên wêjeyî û roman hatin pêşandan.

Çalakî bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Wê çalakiya 8’ê Adarê ya Helebê li qada Newrozê ya herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê, saet di 11:00’an de, bi diruşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve" were lidarxistin.

(fr)

ANHA