Keştiyek bû hedefa dronên Rûsyayê: Taxim rizgar bû

Keştiya barhilgir a "Golden Rose" ku du deryavanên sûriyeyî û 14 misrî lê bûn li Deryaya Reş bûn hedefa dronên Rûsyayê. Taximê keştiyê hat rizgarkirin.

Keştiyek bû hedefa dronên Rûsyayê: Taxim rizgar bû
23 tîrmeh, 2026   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Ukraynayê, keştiya barhilgir a "Golden Rose" ya du deryavanên sûriyeyî û 14 misrî lê bûn, li Deryaya Reş bûn hedefa dronên Rûsyayê.

Hate ragihandin dronê ku paşiya keştiyê xistiye û di encamê de şewatek mezin derket.

Li gorî agahiyan, hêzên parastina sînor ên Ukraynayê destwerdan kir û taximên keştiya barhilgir rizgar kirin.

Medyaya Ukraynayê diyar kir ku hemû deryvan veguhestin beravê û testên bijîşkî ji wan re çêkirin. Hate zanîn ku di bûyerê de zerar li deryavanan nebûye.

 (bb)