Minbic û rêya ber bi Rêveberiya Xweser ve

Li kantona Minbicê di çend salan de gelek guhartin çêbûn. Avakirina yekitiya pêkhateyan û şerê wan ê rizgarkirinê li dijî DAIŞˊê, di guhartina taybetmendiyên kantonê de xaleke herî girîng bû.

Minbic û rêya ber bi Rêveberiya Xweser ve
14 tebax 2024   06:35
MINBIC

Ji ber erdnîgariya wê ya cuda û girîngiya wê ya stratejîk Minbic di dirêjahiya krîza Sûriyeyê de her tim di nava bûyeran de bû. Xelkê bajêr di 2011ˊan de xwepêşandanên aştiyane li dar xistin. Xwepêşandana yekemîn di 21ˊê Nîsanê de bû.

Di 2012ˊyan de di bin al û navên cuda de bi dehan komên çekdar çêbûn û di Tîrmeha 2012ˊyan de hêzên hikumeta Şamê ji bajêr û gundan derxistin.

Ew komên hatibûn avakirin ev in: Tugaya Omer Bin El Xetab, Siqûr El Şam, Siwar Minbic, Elî Bin Ebî Talib, Ehrar Sûriye, Mucahido Minbic, Um Ewasim, Cund Mihemed, Rîmah El Rafidên, Ehrar El Şam, Ensar El Sune, Îbad El Ruhman, El Farûq, El Nuiman, El Sultan Silêman Şah, Ayşe, Fursan El Firat, Ebû Eyûb El Ensarî, Ecyal El Musteqbel, Eshab El Yemîn, Siwar Sûriye û Tevgera El Ume.

Wan koman tax û gundên Minbicê di nava hev de dabeş kirin û her yekê herêmek bi rê ve bir. Ew kom li dijî kiryarên dizî, sûc û şerê navxweyî hatin avakirin. Hemwextî wê jî hêzên hikumeta Şamê bi awayekî rojane ji hewa Minbic dikir hedef.

KONTROLKIRINA DAIŞˊÊ LI SER MINBICÊ

Çeteyên DAIŞˊê di Çileya 2014ˊan de ketin taxên Minbicê û piştî teqandina 4 erebeyên bombebarkirî û hedefgirtina bajêr bi gelek guleyên hewanan ji gundên nêzîk ve, bajar dagir kirin.

Hemwextî kontrolkirina herêmên fireh ji Reqa, Hesekê, Dêrazor, herêmên nêzî bajarê Helebê, herêmên nêzî Şamê û naverasta beyarê Sûriyeyê, DAIŞˊê bajarê Minbicê û gundewarên wê kontrol kirin.

DAIŞˊê bajar wek navenda pêşwazîkirina bi hezaran çete û cîhadîstên ji tevahî dewletên cîhanê dihatin, bi kar anî û wek cihekî ewle yê serçeteyên DAIŞˊê li Sûriyeyê bû.

DAIŞˊê bajar wek navgîna girêdayî di navbera herêmên xwe yên li Sûriyeyê û Iraqê û herêmên derve mîna Tirkiye û Ewropayê bi kar dianî. Li gorî lixwemikurhatin û belgeyên serçeteyên DAIŞˊê bi dehan çete ji Minbicê derketin û sûcên xweteqandinê li hundirê bajarên Ewropayê bi hevkariya dewleta Tirk pêk anîn.

Ji ber ceza û sûcên ku çeteyên DAIŞˊê li dijî xelkê bajêr dikirin, ew bajarê çandê û cihê helbestvanan, bû yek ji herêmên herî bitirs.

YEKITIYA PÊKHATEYAN

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bi hezaran xelkê herêmê yê ji tevahî pêkhateyan pêk tê û di bin ala QSDˊê de ye, bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî di 1ˊê Hezîrana 2016ˊan de operasyoneke leşkerî ji du aliyan ve kir. Operasyon ji pira Qereqozaq a li rojhilatê bajêr û Bendava Tişrînê ya li başûrê wî dest pê kir da ku bajar were dorpêçêkirin. Piştî 2 salan bajar ji destê DAIŞˊê hat rizgarkirin.

Di 3ˊyê Hezîranê de yek ji fermandarên leşkerî Feysel Seidûn (Ebû Leyla) di hemleyê de di encama topbarana DAIŞˊê ya li derdora bajarokê Ebû Qelqel ê 15ˊê kîlometre dikeve başûrê Minbicê, bi giranî birîndar bû. Di 5ˊê Hezîrana 2016ˊan de Ebû Leyla di nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî şehadetê û hefteyekê ji destpêkirina hemleya leşkerî, navê hemleya xwe ya bi navê ‘Hemleya Rizgarkirina Minbicêˊ kir ‘Hemleya Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Rizgarkirina Minbicê’.

TÊKBIRINA DAIŞˊÊ DI MINBICÊ DE

Piştî şervanan ji 4 aliyan ve bajar dorpêç kir û bi kedên mezin bajar di 12ˊyê Tebaxê de ji destê DAIŞˊê hat rizgarkirin û di 15ˊê Tebaxa 2016ˊan de bi awayekî fermî hat îlankirin.

Hin komên çeteyên DAIŞˊê yên ku li taxa El Serb ê bakurê Minbicê bûn ber bi bajarê Cerablusê yê ku dewleta Tirk di 26ˊê Tebaxê de dagir kiriye ve çûn.

Di 12ˊyê Tebaxa 2016ˊan û piştî 73 rojan ji şer de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê alên meclisê, QSDˊê û wêneyên şehîdên meclisê li taxên bajêr hildan û bidawîkirina kontrolkirina çeteyên DAIŞˊê li ser bajêr û gundewarên wê îlan kirin. Her wiha bi wê re nuqteya pêywendiyê ya dawîn a di navbera DAIŞˊê û derve de ya bi rêya xaka Tirkiyeyê, hat têkbirin.

Operasyona rizgarkirina Minbicê di havîna 2016ˊan de serketineke stratejîk di qutkirina rêyên herî girîng ên DAIŞˊê de û bi tevkariya navneteweyî guhartineke mezin di şerê li dijî xeteriya cîhanê de çêkir. Bi wê re ˊXîlafeta ˊ DAIŞˊê ya li Sûriye û Iraqê di Baxozê de hat têkbirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê wek mertala xurt a şêniyên bajêr û gundan hat binavkirin ku bi wê re bi hezaran ciwan tev li akademiyên leşkerî bûn. Şervanên meclisê tev li operasyonên rizgarkirina herêmên din ên Sûriyeyê bûn, bi taybet operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞˊê paytexta xwe dihesiband. Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û bi dehan ciwanên Minbicê di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞˊê de di havîna 2017ˊan de şehîd bûn.

Xelkê Minbicê di bihara 2019ˊan de tev li şerê dîrokê ya li bajarokê Baxozê bûn ku nuqteya dawîn a DAIŞˊê li Sûriyeyê bû. Meclisên leşkerî yên QSDˊê piştî 3 salan ji rizgarkirina Minbicê çeteyên DAIŞˊê di aliyê erdnîgarî de li xaka Sûriyeyê têk birin.

MODELA RÊVEBERIYA XWESER Û BEŞDARIYA PÊKHATEYAN

Bi destpêkirina rizgarkirina bajêr re weke awayekî lezgîn mecliseke sivîl a bajêr û gundewarên wê di Nîsana 2016ˊan de hat avakirin. Meclisê kavilên li bajêr rakirin, saziyên xizmetguzarî û ewlehî hatin aktîfkirin.

Meclisê di hemleyeke rêxistinî de girîngî da avakirina meclisên xwecih li gund, bajarok û taxên bajêr. Nêzî 400 meclis hatin avakirin, her wiha bi sedan koçberên ji derveyî herêmê revîne hatin pêşwazîkirin.

Bi destpêka 2017ˊan re anku piştî salekê ji rizgarkirina bajêr û di çarçoveya firehkirina xebata meclisê û tevlêkirina nûnerên ji tevahî pêkhateyan, pêkhateyên ji Çeçen, Ereb, Kurd û Turkmen damezrandina Rêveberiya Xweser bi meclsên wê yên qanûnsaz, rêveber û dadgerî îlan kir.

Di wê demê de hevserokên Rêveberiya Xweser Zeyneb Qenber û Îbrahîm El Qeftan bûn. Her wiha komîteyên girêdayî desteyên Rêveberiya Xweser mîna tenduristî, jin, aborî, ciwan û werzîş, parastin, çand û huner, kar û barên civakî, Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, perwerde, hundirîn, derve, malbatên şehîdan û darayî hatin avakirin.

Piştî ragihandina Hevpeymana Civakî ku Meclisa Gelan a Demokratîk di 12ˊyê Kanûna 2023ˊyan de erê kiriye, Minbicê bû kantonek ji 7 kantonên di Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Bi wê re, li gorî Hevpeymana Civakî ya nû, dest bi xebitîna li ser birêxistinkirina sazî û komîteyên li Minbicê bû.

MINBIC Û VEGUHERÎNÊN JEOSIYASÎ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 15ˊê Tîrmeha 2017ˊan de ragihand ku beşa herî dawî ji şêwirmendên leşkerî yên YPGˊê ji meclisê vekişiye. Bi wê re meclisê tevahî bajr û gundewar bi rê ve dibe. Tevî wê jî li eniyên şer bi ser dewleta Tirk a dagirker ve baregehên Koalîsyona Navneteweyî hebûn.

Daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna hêzên xwe ji Sûriyeyê hişt ku gel bertekên tund nîşan bidin. Ew yek hemwextî gurbûna krîza Sûriyeyê û ketina lîstikvanên navneteweyî û herêmê li Sûriyeyê û gefxwarinên li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji hêla dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve, pêk hat.

Di 15ˊê Cotmeha 2019ˊan de Koalîsyona Navneteweyî bi fermî ragihand ku hêzên xwe ji Minbicê dikişîne û ber bi herêmên rojhilatê Sûriyeyê ve dibe.

Piştî rojekê ji vekişîna hêzên koalîsyonê, bi banga QSDˊê ku li hember timayên Tirkiyeyê bisekinin hêzên Rûsyayê û yekîneyên ji hêzên hikumeta Şamê derbasî eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve bûn.

MINBIC Û GEFÊN DEWLETA TIRK

Gefên dewleta Tirk ên êrişkirin û dagirkirina Minbicê û tevlêkirina wê li herêmên dagirkirî dewam dikin. Dewleta Tirk bi hinceta ˊherêma ewleˊ gefên xwe dewam dike. Lê pêkhateyên li bajêr û gundewar bi xwepêşandan û çalakiyên rojane bang li dewleta Tirk a dagirker dikin ku ji Sûriyeyê derkevin. Li kêlek wê yekê hikumeta Şamê bê deng e.

Êrişên li dijî gundên li eniyên şer sûcekî rojane ye. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze rewşeke bêîstîqrariyê li herêmê pêk bîne, hejmareke zêde ya şêniyan ji herêmê bide koçberkirin. Dewleta Tirk di dirêjahiya 8 salan de nekarî vê yekê bike.

(fr)

ANHA