Ji gerîla çalakiyên 15’ê Tebaxê: 6 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin.

Ji gerîla çalakiyên 15’ê Tebaxê: 6 dagirker hatin cezakirin
14 tebax 2024   13:58
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku di çalakiyên li herêmên Metîna û Zapê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hatine lidarxistin de, 6 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta dagirker li hemberî gerîla çekên qedexe û gazên kîmyewî hîn jî bi kar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev hûrgûlî dan:

“Li herêma Metîna;

12’ê Tebaxê di saet 06.40’an de bi taktîka sekvaniyê kamerayeke mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin û hate îmhakirin. Di saet 11.15’an de bi taktîka sekvaniyê dagirkerê ku ji bo guhertina kameraya mobesse ya hatî îmhakirin hat qadê, hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyên hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

11’ê Tebaxê di saet 15.20 û 15.56’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

12’ê Tebaxê di saet 01.56’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

12’ê Tebaxê di saet 17.15’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li çeperekî hate xistin.

13’ê Tebaxê di saet 06.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

13’ê Tebaxê di saet 12.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li 2 çeperan hate xistin.

13’ê Tebaxê di saet 23.55’an de ji mesafeyek nêz bi çekên ferdî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de; çeperekî ku 3 dagirker têde bûn hate îmhakirin û çeperekî din jî ya ku 2 dagirker têde bûn hate îmhakirin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, 2 çeper hatin îmhakirin û derbe li konteynirekê hate xistin. Her wiha 3 kamerayên mobesse û 3 projektor hatin îmhakirin.

12’ê Tebaxê di saet 18.37’an de bi çekên nîv otomatîk li kameraya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin.

12’ê Tebaxê di saet 23.26’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin û liv û tevgera helîkopteran hate rawestandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîn;

13’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 13 caran bi gazên kîmyewî û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

12’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

11, 12 û 13’ê Tebaxê qadên Şehîd Şerîf, Lolan, Girê Şehîd Hêmin, Sinînê, Berbizina yên herêma Xakurkê 14 caran, qadên Deşta Kafya, Zêvkê, Dêreşê, Şiyê, Girê Kun, Zengil ên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Serê Metîna yên herêma Metînayê 2 caran, qadên Girê Şehîd Cihan, Sûredê, Kortek, Bêywan, Komuta yên herêma Qendîlê 5 caran; bi giştî 35 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.