‘Divê rewşenbîr têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin’

Rewşenbîrên kantona Reqayê diyar kir ku ew di têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin û bang li tevahî rewşenbîrên li Sûriye û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku di oxira wê yekê de têkoşînê mezin bikin.

‘Divê rewşenbîr têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin’
14 tebax 2024   02:25
REQA
ENES MIHEMED

Rewşenbîrên kantona Reqayê diyar kir ku banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan erka her kesî ye û got fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî dozên girêk ên li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin in.

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqa Şewax El Elî axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe di nav gelê xwe yê evîndarê azadî û demokrasiyê de dijî. Projeya Rêbertî mîna xewnekê bû. Me piraniya vê projeyê pêk aniye."

El Elî wiha domand: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî hişt ku em di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de gelek pêşketinan pêk bînin û têkoşîneke mezin bidin raberkirin. Ruxmî ku di dosyaya wî de tu tawan tune ne, lê dewletên piştgiriyê didin Tirkiyeyê û civata navneteweyî ji fikir û felsefeya Rêbertî metirsîdar in.”

Li aliyekî din jî endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê Mihemed El Ezo axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberekî mezin e û di dîrokê de daxmayeke nayê jibîrkirin danî. Ew jî mîna rêberên din, Che Guevara û Nelson Mandela ku daxwaza azadiya gelan kirin."

El Ezo bang li tevahî rewşenbîran kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin, fikra wî pêk bînin û bangên xwe yên bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bilind bikin.

El Ezo di dawiyê de got: "Her kes dizane ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke cîhanî ye. Ji ber ku ew ji bo gelên evîndarê azadiyê rêberekî navneteweyî ye. Banga azadiya wî ya fîzîkî erka me ye."

Her wiha hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê Reed El Fadil jî got: "Ji bo naskirina fikra Rêbertî, em însiyatîf û xelkên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixin."

El Fadil di dawiya gotina xwe de got: "Em rewşenbîrên Reqayê di têkoşîna xwe ya ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin. Em bang li rewşenbîrên li Sûriyeyê û deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku di oxira vê yekê de têkoşîna xwe bilind bikin.”

(fr)

ANHA