Belavkirina mazotê li Tebqayê berdewam e

Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Tebqayê zêdetirî 62 hezar kertên mazotê li şêniyên Tebqayê belav kirin. Li gorî gerînendetiyê, xebatên belavkirinê dê piştî 2 mehan biqedin.

Belavkirina mazotê li Tebqayê berdewam e
Belavkirina mazotê li Tebqayê berdewam e
Belavkirina mazotê li Tebqayê berdewam e
14 tebax 2024   17:28
TEBQA

Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15`ê Gulanê dest bi belavkirina mazota germkirinê li şêniyan kir. Gerînendetî her lîtreyekê bi 7 centan dide malbatan û para her malbatekê 300 lître ye.

Xebatên belavkirina mazotê bi rêya nasnameyên malbatî belav dibin ku par li şêniyan hatin belavkirin. Kert, bi rêya komîteyên Gerînendetiya Sotemeniyê hatin aktîfkirin. Her komîteyek ji belgeyên kesayetî yên malbatê piştrast dibe û li gorî wê para mazotê radestî malbatê dike.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê xebatên belavkirina mazotê li şêniyan didomîne. Heta niha 62 hezar û 325 kertan mazot wergirtiye û nêzî 10 hezar kert mane.

Li gorî gerînendetiyê, xebatên aktîfkirina kertan, dê 15 rojan berdewam bike û belavkirin jî dê 2 mehan bidome.

(şx)

ANHA