Kongra Star siyasetên desthilata Îranê yên li dijî çalakvanên jin şermezar kirin

Kongra Star a bajarê Girkê Legê bang li tevahî jinan kir ku li hember pergalên zordest têkoşînê mezin bikin ji bo ku cezayê darvekirina çalakvanên jin ên di girtîgehên Îranê de bê rawestandin.

Kongra Star siyasetên desthilata Îranê yên li dijî çalakvanên jin şermezar kirin
14 tebax 2024   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfa Muhemmedî yên di Girtîgeha Evîn a Tehranê de şermezar kir.

Endama Kongra Star a bajêr Nîdal El Mûh daxuyanî li pêşiya navenda kongreyê xwend.

Di daxuyaniyê de Kongra Star bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî li hember cezayên darvekirinê yên ku desthilata Îranê li dijî çalakvanên jin dibire, şermezar kir û diyar kir ku ev ceza, vîna jinên azad naşikîne.

Kongra Star destnîşan kir ku li hember zîhniyeta desthilatdar divê jin dengê xwe bikin yek û têkoşînê mezin bikin ji bo ku cezayên darvekirinê yên li dijî aktivîstên jin rawestin.

(şx)

ANHA