Zeviyên Reqayê di bin avê de man

Zêdebûn û lehiya ava qenayeke çandiniyê li gundewarê kantona Reqa rûbereke mezin a zeviyên çandiniyê di bin avê de hişt.

Zeviyên Reqayê di bin avê de man
Zeviyên Reqayê di bin avê de man
Zeviyên Reqayê di bin avê de man
Zeviyên Reqayê di bin avê de man
Zeviyên Reqayê di bin avê de man
Zeviyên Reqayê di bin avê de man
14 tebax 2024   17:45
REQA

Duh, ava qenayeke çemê Belîx li kantona Reqayê ku di bajaroka Reqa El Semra yê rojhilatê bajarok re derbas dibe, zêde bû.

Ji ber kombûna giya û çopan li qenaya ku rûbera wê 6 kîlometre ye, lehî rabû.

Ava ji qenayê herikiye, zêdetirî 400 donim ji zeviyên çandiniyê yên li derdora bajarokê Reqa Semra xistin bin avê û rê li ser 20 malên li derdora bajarokê birî.

Têkildarî wê, komîteyên çandinî û avdanê, şaredariyên gel ên Reqa û komîteya awarte bi awayekî lez tedbîrên guncaw girtin.

Komîteyên Çandinî û Avdanê yên kantona Reqayê demeke berê 2 kîlometre ji qenayê paqij kiribûn.

Cotkar Ebûd El Tayih ê ji bajarokê Reqa El Semra ku zirar ji ber lehiya qenayê dîtiye got: "Em vê sibehê rabûn, me dît av derbasî mal û zeviya me bûye. Zevî bi giştî di nava avê da maye. Wê jî mewsim xera kir. Heta cihên pez jî tije av bûn.

El Tayih hêvî kir ku aliyên têkildar ên kantona Reqayê avê ji nava zeviya wî û zeviyên bajarok bidin serf bikin ku çûn û hatina xelkê ber bi bajêr ve hêsan be.

(fr)

ANHA