Hevserokên nû yên TEV-DEM`ê kî ne?

Di kongreya 5’an de Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd wek hevserokên nû yên TEV-DEM’ê hatin hilbijartin. Hevserokên nû yên TEV-DEM’ê kî ne?

Hevserokên nû yên TEV-DEM`ê kî ne?
12 tebax 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh kongreya xwe ya 5’an bi dirûşma "Rêxistinên civaka sivîl garantiya azadî, edalet û wekheviyê ne" li bajarê Hesekê li dar xistibû. Di kongreyê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wek hevserokên nû yên TEV-DEM’ê hatin hilbijartin.

EBDULSELAM SEYD MEHMÛD

Ebdulselam Mehmûd li bajarê Dêrikê sala 1982`an ji dayik bûye. Di dibistanên bajêr de xwendiye û ji Zanîngeha Navneteweyî ya Sûriyeyê ya li Şamê beşa dermansaziyê xwendiye. Mehmûd zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

Mehmûd 2 salan gerînendetiya nexweşxaneya leşkerî ya Dêrikê kiriye. Dûre 4 salan bû hevserokê Yekitiya Dermanfiroşan a Dêrik, Girk Legê û Çilaxayê û piştre bû hevserokê Yekitiya Giştî ya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

REMZIYE MIHEMED

Remziye Xelîl Mihemed li bajarê Qamişloyê sala 1977`an ji dayik bûye. Asta navîn li Qamişloyê xwendiye û sala 1999`an dest bi têkoşînê kiriye.

Sala 2005`an bû koordînatora Kongra Star (Yekitiya Star ya wê demê) û piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an, di nava komîn, meclis, malên gel de kar û xebat meşand û sala 2012`an bû seroka Meclisa Bajarê Qamişloyê û karê xwe temam kir.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2014`an, Remziye bû seroka Desteya Malî û 6 salan di karê xwe de ma. Ew cara yekê bû jinek serokatiya Desteya Malî dikir.

Sala 2019`an di kongreya 8`an a Kongra Star de bû berdevk. Di kongreya 9`an de jî ji bo endamtiya Koordînasyona Giştî ya Kongra Star hate hilbijartin.

Remziye Mihemed di nivîsandina Hevpeymana Civakî de rol lîst. Niha endameke Komîteya Hevpeymana Civakî ya taybet a jinan e ku ji aliyê rêxistinên jinan ve tê nivisandin.

(bb-şx)

ANHA