Di merasîma sersaxiya şehîdan de soza domandina rêya şehîdan
Şêniyên kantona Efrîn û şêniyên Şehbayê soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku Efrînê ji destê dewleta Tirk a dagirker rizgar dikin.
Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê sersaxî da malbata şehîd Behdîna Efrîn (Mihemed Tenbel) û Botan Efrîn (Ebdurehman Ehmed) ku 12`ê Tebaxê di şerê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û çeteyên dewleta Tirk de li bajarê Efrînê şehîd bûbûn.
Merasîma sersaxiyê li bajarokê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê hate lidarxisitn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Asya Ebdo axivî û sersaxî da malbata her du şehîdan.
Asyayê wiha got: "Her du şervanên HRE`yê ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin. Ji 40 salî ve ji dema ku şehîd Egîd guleya yekemîn teqandiye, em rêya şehîdan dişopînim û em ê hertim wisa bin. Dê li ber xwe bidin ta ku vegerin Efrînê."
Endamê Meclisa Bajarokê Ehdas Fewazî Mistefa axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker şikandina vîna gel e û wiha domand: "Bi xwîna şehîdan em ê hemû komployan têk bibin."
Malbatên şehîdan jî soza berdewamkirina rêya şehîdan ta rizgarkirina Efrînê da.
(şx)
ANHA