Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel

Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya lidarxistina panelên li gelek kantonan tên lidarxistin de, panelek li kantona Tebqaa li dar xist.

Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
Li Tebqa têkildarî dozên jinan panel
14 tebax 2024   18:42
TEBQA

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di lidarxistina panelan de dewam dike. Desteyê di 3ˊyê Tebaxê de ragihandibû ku ew ê li ser asta 7 kantonên herêmê panelan li dar bixe.

Têkildarî mijarê, Desteya Jinan bi sernavê ˊPêşxistina têkoşîna jin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîkˊ de li kantona Tebqayê bi beşdariya nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser, deste û meclisên girêdayî wê, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, panelek organîze kir.

Desteyê beriya wê jî, li kantonên Minbic, Firat, Reqa, Efrîn û Şehba panel li dar xistin.

Di panelê de 2 mijarên sereke (rewşa jinan û bandorên diyardeyên civakî yên neyênî li ser jinan û bandora wê li ser rêveçûna têkoşîna jinan) û (Rola jinan di Rêveberiya Xweser de û girîngiya pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinan) hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Tebqaa Hind El Elî der barê mijarê de got doza rizgarkirina jinan di xwe de tevahî doz û aliyên jiyanî dihewîne, her wiha behsa têkoşîna dijî zihniyeta baviksalarî û hewldana guhartina wê hat kirin.

Hind diyar kir ku zewaca temenbiçûk û tundiya li dijî jinan bi hinceta rûmet û şerefê û pirjinî astengiyekê li pêş têkoşîna jinan çêdikin. Hind anî ziman ku têkoşîna ku jin ji bo guhartina zihniyeta baviksalariyê raber dikin, têrê nake, divê bi awayekî têrker were mezinkirin.

Hind li kêlek firehkirina têkoşînê, avakirina komîteyên taybet ji bo xwegihandina li tevahî jinan pêşniyar kir.

Serokê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer bal kişand ser xwepêşandanên jinan li Iraqê li dijî hewldanên guhartina qanûna takakesî. Ji ber ku di wê qanûnê de zewaca temenbiçûk tê rawakirinû mafên jinan tê mehrûmkirin.

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Perwerdê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa Semer Şehabî li ser girîngiya van panelan axivî û got: "Bi nêrîna min mijarên panelê girîng bûn û nîqaşên li ser mekanîzmayên çareserkirinê hatin kirin."

Panel bi gelek encamnameyên girîng bi dawî bûn û wiha ne:

Rêveçûna di xebata pêşketin û pêxistinê de ku jin di tevahî aliyan de bibin pêşeng.

Zêdekirina hemleyên hişyarkirinê ji aliyê Desteya Jinan ve.

Danîna bernameya perwerdê ji bo xurtkirina jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de bi rêya aktîfkirina nivîsgehên perwerdê di meclsên sivîl, deste û nivîsgehan de.

Aktîvkirina komîteyên jinan ji bo ku jin rola xwe di xwerêxistinkirinê nava civakê de binasin.

Aktîvkirina têgîna hevserokatiyê ku modeleke demokratîk e.

Vekirina projeyên aboriyê ji bo jinan ku jin pişta xwe bidin xwe.

Zêdekirina hemleyên çapemeniyê yên piştgiriyê didin şoreşa jinan û avakirina artêşeke elektronîk a taybet bi jinan ji bo sekna li dijî şerê taybet.

Aktîvkirina rola parastina jinên tundkirî.

Zêdekirina civînên girse yên jinan.

Xebitîna li ser pêkanîna qanûna malbatê bi awayekî cidî û aktîvkirina wê li Herêmê de.

Pêkanîna lêkolînên ji bo analîzekirin û têgihîştina sedemên rewşên xwekuştinê di nava jinan de û vekirina navnendên şêwirên derûnî ji bo çareserkirina pirsgirêkên depresyonê.

Vekirina dewreyên perwerdê yên curbecur (şêwekarî, fêrbûna komputerê, destwerdanên lezgîn û hemşîre, xwendin û hwd).

(fr)

ANHA