Bi 171 topan li gundên Minbicê xistin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  di 3 rojên dawîn de bi 171 guleyên obîs û hewanan û balafireke kamîkaze êrişî kantona Minbicê kir.

Bi 171 topan li gundên Minbicê xistin
12 tebax 2024   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3 rojên dawîn de bi 171 guleyên hewan û obîsan, bi çekên giran û navîn êriş birin ser gundewarên kantona Minbicê.

7’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker gundên Seyada, Dendenie, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Ewn Dadan bi 52 guleyên hawan û obîsan û gundên Hoşeriyê û Ewn Dadat bi çekên doçka gulebaran kirin.

8’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker gundên Kawiklî, Girhiyok, Qertwêran û Biwêhîc bi 70 guleyên hewan û obîsan û doçkayan kirin hedef.

10’ê Tebaxê bi 33 topan li Ewn Dadat û Catê û bi 16 topan li gundê Seyda û bi balafireke kamîkaze li gundê Seydayê xist.

Di encama van êrişan de zirarên mezin li mal û milkên welatiyan bûn.

(bb)

ANHA