Mexdûreke topbaranê: Bajarê me ewle ye, çi ji me dixwazin?

Xîtam El Ayş bi dengê topa li mala wî ketiye, şiyar bûye ku di encamê de gelek endamên malbata wê birîndar bûn. Xîtamê got “Bajarê me ewle ye, çi ji me dixwazin? Bê merhemet me topbaran dikin. Gelo ew qas şer û wêranî ne bes e?”

Mexdûreke topbaranê: Bajarê me ewle ye, çi ji me dixwazin?
Mexdûreke topbaranê: Bajarê me ewle ye, çi ji me dixwazin?
Mexdûreke topbaranê: Bajarê me ewle ye, çi ji me dixwazin?
14 tebax 2024   12:53
DÊRAZOR

Duşemê sibehê, hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî êrişî bajarê Firat ê kantona Dêrazorê kir. Di encama topbarana li ser bajarokê Ebû Hemam û Kişkiye de jinek şehîd bûbû û 13 kes jî birîndar bûbûn. 

Xîtam El Ayş ji bajarê Ebû Hemam e ku gelek endamên malbata wê birîndar bûne. Xîtamê behsa roja topbaranê kir û got: "Em di xew de bûn. Em li ser dengê topa li mala me ketî, şiyar bûn. Dapîra min û zarokeke min, zarokên birayê hevjînê min bi giranî birîndar bûn. Ew rakirin nexweşxaneyê û niha rewşa wan baş e.”

Xîtam wiha domand: "Bajar ewle ye, çi ji me dixwazin? Bê merhemet me topbaran dikin. Gelo ew qas şer û wêranî ne bes e? Heta kengî dê li Sûriyeyê wisa xwîn birije? Em aştiyê dixwazin. Em şer û tirsê naxwazin. Wê kengî ev bi dawî bibe?"

Di êrişa hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî ya li dijî kantona Dêrazorê de 14 sivîl şehîd û 25 jî birîndar bûbûn.

(şx)

ANHA